Banga ji bo meşên "Perwerdeya Zimanê Dayikê"

Banga ji bo meşên "Perwerdeya Zimanê Dayikê"

Ji bo meşa "Perwerdeya Zimanê Dayikê" ya wê sibê li Amedê bê lidarxistin, banga tevlêbûnê hat kirin. Di daxuyaniyên rêxistinên civakî yên sivîl de hat destnîşankirin ku, heta Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê, divê têkoşîn were xurtkirin.

Rêxistina BDP'ê ya Amedê, bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li avahiya partiyê dauyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî bi zimanên Kurdî û Tirkî hat dayîn. Alîkarê Hevserokên BDP'ê yên Amedê Eşref Mamedoglû di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku, civake zimanê xwe ji bîr kiribe, nikare bi ti awayî hebûna xwe biparê û got; "Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdeya ji dibistana seretayî ta zanîngehê û vî zimanî bide nifşên pêşiya me, em têdikoşin û ev yek armancên bingehîn ên têkoşîna me ye."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku, bi wesîleya 15'ê Gulan Cejna Zimanê Kurdî, wê sibê ji ber avahiya Kongreya Civak Demokratîk heta Parka Koşûyolûyê meşek bê lidarxistin û banga tevlêbûnê li tevahiya welatiyan hat kirin. 

JI KCD'Ê BANGA TEVLÊBÛNA MEŞÊ

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî li avahiya xwe civîneke çapemeniye lidar xist û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.  Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Osman Ozçelîk li vê derê axivî û bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî.  Ozçelîk di axaftina xwe de bang li herkesî kir ku sibê saet di 18'an de beşdarî meşa KCD, Egîtîm Sen û Kurdî Derê ya ji bo Cejna Zimanê Kurdî bibin.

JI OCALAN RE QERT HATIN ŞANDIN

Di vê navberê de, bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî, bi pêşengiya Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê, di serî de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji hemû girtiyên siyasî re li Postaxaneya Navendî ya Sûrîçî, qert hatin şandin. Beriya şandina qertan, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sebahattîn Gultekîn daxuyaniyekekin da û bibÎr xist, ku yek ji daxwazên bingehîn ên bi hezaran girtiyên tevlî grêva birçîbûnê bûn rakirina zextên li ser zimanê Kurdî bû, lewma ew ji girtiyan re qertan dişînin. Gultekîn her weha ji bo meşa sibê jî bang kir.

ERDÎŞ

Endamên KURDÎ-DER şaxê Erdîşê jî, ji bo meşa sibê ya ji bo Cejna Zimanê Kurdî li navenda bajêr belavok belav kirin. Serokê KURDÎ-DER şaxê Erdîşê Cevdet Zîlanli diyar kir ku, ewê sibê saet di 10'an de li ber avahiya komeleyê li hev kom bibin, dest bi meşê bikin û li Parka Zîlan daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Zîlanli diyar kir ku, gelê Kurd bi salane bi tenê ji ber zimanê wan Kurdî ye, li êşkenceyên giran rast hatiye û bang li gelê Erdîşê kir ku tevlî çalakiya sibê bibe.

SEMSÛR

Şaxê KURDÎ-DER'ê yê Semsûrê jî, bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya komeleyê civînek çapemeniyê lidar xist. Serokê KURDÎ-DER şaxê Semsûrê Şerîf Yilmaz Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku, ewê bi vê armancê sibê saet di 17.30'an de li Parka Mîmar Sînan li hev kom bibin, ber bi Parka Demokrasiyê bimeşin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, roja 16'ê Gulanê jî wê li Salona Can saet di 20.00'an de bi beşdariya Koma Evîndar, Haşim û Gulîstan Tokdemîr û dengbêj Uzêrê Şirfnî, şahiyek bê lidarxistin. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Semsûrê hat kirin ku, beşdarî çalakiyên sibê û dusib bibin.