Bajarê Palmîra yê antîk ji ber dagirkeriya DAIŞ'ê bi xeteriyê re rû bi rû ye

Bajarê antîk Palmîra yê li başûrê Sûriyeyê, piştî ku ket destê çeteyên DAIŞ'ê, di rewşeke tirsnak û xetere de ye.

Bajarê antîk Palmîra yê li başûrê Sûriyeyê, piştî ku ket destê çeteyên DAIŞ'ê, di rewşeke tirsnak û xetere de ye. Dema kar û barên çeteyan ên beriya niha li ber çavan were girtin, fikar hene ku bajarê antîk ê ji 2 hezar salî, di her kêliyê de were hilweşandin.

Ji ber ku artêşa Sûriyeyê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li herêma bajarê Palmîra nekarî li ber xwe bide û xwe ji herêmê vekişand, hatibûr agihandin ku gelek peykerên li bajarê antîk ji 'herêmên ewle' hatine ragihandin. Lê belê gelek mabet û berhemên din ên li bajarê antîk ên nikarin werin rakirin, di xeteriyê de ne.

Bajarê Palmîra yê li rojhilatê Hûmisê, di lîsteya Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digire. Navê bajarê antîk Palmîra yê li nêzî bajarê Temdur ê li wîlayeta Hûmisê, piştî sedsala 1'ê di qeydê Roma û Yewnan de hat dîtin. Hin çavkanî jî dibêjin ku paşeroja vê wargeha kevnare xwe dispêre sedsala 19'an a beriya zayînê.

Çeteyên DAIŞ'ê beriya niha li gelek herêmên dagir kiribûn, gelek berhemên dîrokî hilweşandibûn, tine kiribûn. Di serî de muzeya arkeolojiyê ya li Mûsilê, hemû berhemên beriya dema Îslamê bi xeteriyê re rû bi rû ne.