Bahoza herî bişid a mehên havînê li rojavayê Ewropayê rabû

Li Hollanda û Elmanyayê bahoza “Storm Poly” rabû, herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest da, dar qelibîn, avahiyan zirar dît, seferên trên û balafiran betal bûn.

Mehên havînê tu car bahozeke wiha bişid li Hollandayê ranebûye, ji ber bahozê herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest da. Bi sedan seferên balafiran li Balafirgeha Schîphol a Amsterdamê betal bûn ya jî taloq bûn. Seferên trênan li Bakurê Hollandayê hatin rawestandin.

Li Amsterdamê bi dehan dar qelibîn, wesayît û xaniyên li ser avê zirar dît, gelek kes birîndar bûn. Li gor Weeronlîneê ku ajanseke rewşa hewayê ye, ji sala 2018’an ta bi niha, ev bahoza herî bişid e ku mehên havînê li Hollandayê rabûye.

Xizmeta Rewşa Hewayê ya Elman ku navê Poly li bahozê kir, da zanîn ku dibe ku avahiyan zêde zirar ji bahozê dîtibe û ev hişyarî kirin: “Dibe ku dar ji koka xwe rabibin, kerpîç û gulî û tişt bikevin. Hemû derî û paceyan bigirin! Alav û amûran sabit bikin. Bi taybetî xwe dûrê avahî, dar, îskele û xetên ceyranê yên hêzzêde bikin. Hema mimkûn be, li derve nemînin!”