Bagriyanik: Hevdîtin tên astengkirin

Endama Heyeta Îmrali Ceylan Bagriyanik a 4. Mîhrîcana Xwezayê ya Avaspî de axivî got ku zêdetirî 40 rojî ye hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên astengkirin.

Endama Heyeta Îmrali Ceylan Bagriyanik a 4. Mîhrîcana Xwezayê ya Avaspî de axivî diyar kir zêdetirî 40 rojî ye hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên astengkirin. Bagriyanik  got: "Pêwîst e demldest hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ji nû ve destpê bikin,  divê tavilê heyeta şopandinê û komîsyonên heqîqetê yên di mutabaqata Dolmabahçeyê de bûn biryar, li Îmraliyê hevdîtinan pêk bînin."

4. Mîhrîcana Xwezayê ya Avaspî ya ji aliyê Şaredariya Qilabanê ve bi şîara ,“Em xwedî li ax, av, xwezaya xwe derkevin” bi tevlîbûna deh hezaran bi coş didome. Di mîhrîcana li Zozanê Avaspî pêk tê, namzetên HDP’ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu, endama Heyeta Muzakereyê ya Îmrali Ceylan Bagriyanik, Hevşaredarên Şirnexê, endamên DBP’ê û Meclîsa Partiyê ya HDP’ê yên bajêr û navçeyan jî amade bûn. Axaftina vekirina mîhrîcanê ji aliyê Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren ve hat kirin. Uren got: "Ji bo xweza, ax û ava me bi azad biherikin me bi hezaran şehîd dan.Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan wê timî pêşengên me bin.”  Hevşaredar Yunus Urek jî got ku wê xwezaya Kurdistanê ya ji ber polîtîkayên dewletê hatiye talankirin ji nû ve ava bikin û li ser vî esasî li Kurdistanê wê ber bi jiyana nû ve pêşde biçin.”

Koma Roboskî ya di mîhrîcanê de derket ser dikê bi strana xwe ya ji bo kesên di Komkujiya Roboskî de hatin qetilkirin got, li qadê kêliyên hestyar rû dan. Paşê ciwanekî Êzîdî yê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ warê xwe terk kir û li kampa li Şirnexê dimîne helbesta ku ji bo HDP’ê nivîsandibû xwend. Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, bi deh hezaran kesên li qada mîhrîcana silav kir û got: "Ruhê van çiyayan ti carî zilm qebûl nekiye. Ruhê çiyayên me niha li tevayî Şengal, Kobanê  û Rojhilata Navîn belav bûye.”

Namzetê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî diyar kir kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane careke din bi rêz û hurmet bibîr tînin û got: “Gelê me hesabê Komkujiya Roboskî wê di 7’ê Hezîranê de bi defnkirina AKP’ê ya di sindoqan de bipirse.”

Endama Heyeta Îmrali Ceylan Bagriyanik ya tevlî mîhrîcanê bû, pêvajoya çareseriyê û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê nirxand. Bagriyanik hikûmeta AKP’ê ji ber nêzîkatiya li hember pêvajoya çareseriyê bi tundî rexne kir.  Bagriyanik anî ziman ku zêdetirî 40 rojî ye bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neanîne, bi astengkirina hevdîtinan di pêvajoyê de wê ti pêşketin çênebin û ew helwest nayê qebûl kirin. Bagriyanik diyar kir ku dewlet û hikûmeta AKP’ê careke din hişyar dikin û got: "Pêwîst e demldest hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ji nû ve destpê bikin,  divê tavilê heyeta şopandinê û komîsyonên heqîqetê yên di mutabaqata Dolmabahçeyê de bûn biryar li Îmraliyê hevdîtinan pêk bînin."

Bagriyanik da xuyakirin ku sedema astengkirina çûna Îmraliyê hewldana astengkirina projeya “jiyana nû” ya HDP’ê ye.

Piştî axaftinan mîhrîcan bi govendên li ber stranan bi dawî bû.