Bacên plaqeyên Amedê diçin ji Enqere û Stenbolê re

Li Amedê, ku di pergala trafîka Tirkiyeyê de bi plaqeya 21’ê tê temsîlkirin, ji ber nefreta li bajarên rojava û buhayê zêde yê sîgortayê, gelê bajêr plaqeyên Enqere û Stenbolê tercîh dikin.

Li Amedê, ku di pergala trafîka Tirkiyeyê de bi plaqeya 21’ê tê temsîlkirin, ji ber nefreta li bajarên rojava û buhayê zêde yê sîgortayê, gelê bajêr plaqeyên Enqere û Stenbolê tercîh dikin.

Welatiyên li Amedê dijîn û xwediyên wesayîtan e, qeyda plaqeyên xwe digirin bajarên rojava û ev jî tê vê wateyê ku bacên xwe jî wê bidin şaredariyên wan bajaran. Li gorî lêkolîneke ku di navbera 2007 û 2014’an de hatiye kirin, ji sedî 68’ê wesayîtan  ji bo ku li bajarên rojava rastî zextan neyên û her wiha ji ber buhayê sîgorteya wesayîtan a zêde, plaqeyên Enqere û Stenbolê tercîh kirine.

Li Amedê ji sêyan du plaqeyan li ser navê Enqere û Stenbolê ne. Ji sedî 68’ê bajar,  plaqeyên Enqere û Stenbolê yanî 06 û 34’an tercîh dikin.

Li gorî lêkolînê, piranî kesan diyar kirine ku ji ber buhayên sîgorteya trafîkê li Amedê zêde ye, bajarên Rojava tercîh dikin, lê pirsgirêka esas jî ev e ku li bajarên rojava plaqeya Amedê rastî bertekan tê.

Li gorî daneyên 2014’an ya Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê, Amed bi 49 hezar û 462 wesayîtên tescîlkirî, di rêza Tirkiyeyê de di rêza 41’ê de cih digire û li gorî nifûsê jî di rêza 12. de cih digire.

Li gor mewzuata qanûnî her sal du caran baca wesayîtên bi motor tê dayîn. Li gorî Qanûna Trafîka Rêyênbejayî, ji sedî 11 diçe ji şaredariyan re, ji sedî 3 diçe ji îdareyên taybet, ji sedî 19 jî diçe ji Wezareta Aboriyê re. Piştî plaqeyên Amedê, derbasî bajarên rojava bûn, her sal nêzî 30 mîlyon lîrayî jî diçe ji bajarên rojava re.