Av di Gola Sawa ya li Iraqê nemaye

Gola Sawa ya ku heta salên 1990’î mirov dihatin ser golê, ji ber kolandina bîran û germahiyê miçiqî.

Gola Sawa ya ku ava wê şor e û li wîlayeta El Musenne ya li başûrê Iraqê ye, miçiqî. 

Bi miçiqandina golê re li derdora wê jî tiştek nema. Li herêmê otelvanî û avadaniyên tûrîstîk hebû û ev jî diyar dike heta salên 1990’î mirov dihatin vê derê.

Midûrê Departmana Hawîrdorê ya wîlayeta El Musenne Yûsûf  Cabbar diyar kir gola 5 kîlometrekare di sala 2014’an de miçiqiye û got “Ji ber guherandina avhewayê û germa zêde gol miçiqî. Musenne jixwe wîlayeteke çolistanê ye.”

Hikumetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir sedema sereke ya miçiqandina golê kolandina bîrên qaçax e. Hikumetê diyar kir herî kêm hezar bîrên wisa hene. 

Ji bo ku gol bibe wekî berê divê mûcîzeyeke pêk were. 

Ev qad ji sala 2014’an û vir ve bi Peymana Qadên Avî ya Ramsar hatiye parastin û masîgirtina di golê de qedexe ye. Lê di warê pratîk de ev tişt çiqasî pêk hatiye, cihê gumanê ye.

Li gorî UNESCO’yê Gola Razaza ya li Kerbelayê jî li ber miçiqandinyê ye.

Latîf Dîbes 10 sal in hewl dide li bajêr bihistyariyeke ekolojîk çêbike. Dîbes diyar dike di zaroktiyê de ew di betlaneyan de dihatin ber golê û avjenî dikir û got “Ez 60 salî me û ez li ber golê mezin bûm. Min got qey ez ê beriya wê bimirim lê mixabin ew beriya min mir.”