Aşê herî kevin ê cîhanê li Îtalyayê hat dîtin
Lêkolînerên Îtalyayî li şikefta Paglîccî kevirekî ku beriya niha bi 32 hezar salan ji bo hêrandina hebên xamkêsan dihat bikaranîn, derxistin holê.
Lêkolînerên Îtalyayî li şikefta Paglîccî kevirekî ku beriya niha bi 32 hezar salan ji bo hêrandina hebên xamkêsan dihat bikaranîn, derxistin holê.
Ekîba bi pêşengiya Marta Marîottî Lîppî ya ji Zanîngeha Floransa, di encama lekolînên xwe yên li ser kevirê di sala 1989'an de li Paglîccî hat dîtin de, tespît kirin ku ev kevir ji bo hêrandina hebên xamkêsan hatiye bikaranîn.
Li gorî nûçeya di kovara Proceedings of the National Academy of Sciences de hat weşandin, di serdema Paleotîtîk a Jorîn de nêçirvan-berhevkaran bi saya vî kevirî heb dihêrandin û ji bo çêkirina nan amade dikirin.
Nîşaneya vê yekê jî, nîşasta li ser vî kevirî hat dîtin, hat nîşandan.
Xuyaye pêşiyên me, beriya heban bihêre, ji bo dema ziwabûnê bilezîne û hêrandinê hêsan bike, ew germ dikirin.
Li gorî lêkolîneran, bikaranîna giha-pincar, di mutbexa serdema kevirîn de roleke girîng dilîst.
Keşfa nû hatiye kirin nîşan dide ku şêniyên şikefta Paglîccî, demeke gelekî beriya serdema çandiniyê ya beriya 9 hezar salan, genim dihêrandin û bi kar dianîn.