Aram Tîgran li Amedê bi konserê hat bîranîn

Aram Tîgran li Amedê bi konserê hat bîranîn

Hunermend Aram Tîgran, bi konserekê hat bîranîn. Di konserê de berhemên Tîgran ên li dilan nekişîne, hatin gotin. Di konserê de komkujiya li Rojava jî hat şermezarkirin û hat xwestin, deriyên sînor bên vekirin.

Aram Tîgran ê weke "Bilbilê Rojhilata Navîn" tê naskirin, di 4. salvegera wefata xwe de bi konserekê hat bîranîn. Di konferansa li Tiyatro Amfî ya Sumerparkê de, mûzîsyenên Konservatûara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Akademiya Hunerê ya Cegerxwîn û Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, berhemên Aram Tîgran gotin.

Di konserê de li gel sedan mirovan, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Mudurê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûharrem Cem û hunermendên NÇM'ê amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, pêşkêşvanê konserê Şêrko Kanîwar axivî û diyar kir ku Aram Tîgran dengê azadiyê û nîşaneya biratiyê ye. Kanîwar berhemeke helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes ê çend roj berê jiyana xwe ji dest da, xwend û ew bibîr anî. Kanîwar bal kişand ser komkujiya li Rojava jî û got "Ne tenê Amedê, divê em Qamişlo, Kobanî, Til Xelef û şoreşa Rojava jî ji bîr nekin."

Mudurê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûharrem Cebe jî diyar kir ku ji bo ew hunermend Aram Tîgran jîndar bikin, li ser navê wî konservatûarê didin û ji hemû berhemên wî pirtûkek çê kirine. Cebe komkujiya li Rojava jî şermerzar kir û xwest deriyên sînor werin vekirin, bi taybetî jî rêveberiya Kurdistana Federal di vî warî de gavan biavêje.

Li dû axaftinan hunermendên beşdarî konserê bûn stranên Aram Tîgran "Lê lê Rihê, Dilberam dilber, Rabin, Penaber, Diçim diçim, Ay dil, Bi Hesreta Yerîwanê, Wexta Zerya min, Te ez kal kirim" gotin. Konser bi coşeke mezin heta derengiya şevê dewam kir.