Amûdê Konferansa Platforma Çand û Ramana Kurdî dest pê kir
Amûdê Konferansa Platforma Çand û Ramana Kurdî dest pê kir
Amûdê Konferansa Platforma Çand û Ramana Kurdî dest pê kir
Yekemîn Konferansa Platforma Çand û Ramana Kurdî ku bi armanca pêşxistina çapemenî û hunerê ya li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê hate organîzekirin, bi beşdariya 250 delegeyan dest pê kir.
Konferans, li Amûdê li Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî bi beşdariya 250 delegeyên ji endamên saziyên çand û huner, ragihandinê, rewşenbîr û nivîskaran pêk tên kir. Li salona ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Sakîne Cansiz hatin daliqandin, wêneyên Cegerxwîn, Aramê Dikran, Osman Sebrî, Eyşe Şan û Mihemed Şêxo li pêşiya dîwanê hatibû daliqandin. Bernameya konferansê ji bo cangoriyên azadiyê bi rêzgirtinê û hilbijartina dîwana konfransê ku 5 kesan pêk tê, dest pê kir.
Piştî hilbijartina dîwanê Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axaftina vekirina konferansê kir bal kişand ser rewşa Suriyê û Rojavayê Kurdistanê. Aldar Xelîl, diyar kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê pêngavên dîrokî davêje û got: “Ji ber ku cih daye çand û ramanê şoreşa xwe jî pêş dixe û ji şoreşa herêmên din yên Suriyê cuda ye. Şoreşa ku cihê fikir û ramnê tê de tunebe wê nebe şroeşa rast.”
Di berdewama axaftina xwe de Xelîl da zanîn ku gelê kurd, bi awayekî rast li gorî çand û ramana kurdî şoreşa xwe birêve dibe û ji her kesî re îspat kiriye ku ji bo jiyana azad û demokratîk a hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê têdikoşe.
Xelîl, anî ziman ku fikir, çand û pênûs, bi pênûsên xwediyên xwe ji hemû çekên ku li herêmên din ên Suriyê têne bikaranîn baştir e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Guhertina demokratîk bi guhertina zihniyetê ya ku di riya çand, huner, ragihand û pirtûkan ku wê bi hêlin civak pêşbikeve pêk tê.”
Piştî axaftinê rojevên konfransê li delegeyan hatin belavkirin. Konferans bi nîqaşan didome.