Amadekariyên Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî qediyan
Amadekariyên Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî qediyan
Amadekariyên Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî qediyan
Amadekariyên 22. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê di 13'ê Îlonê de li bajarê Elmanya Dusseldorfê bê lidarxistin, qediyan. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç da xuyakirin ku hemû amadekarî qediyane û banga tevlîbûnê li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn kir.
Mezintirîn çalakiya çandê ya Kurdan a li Ewropayê Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, îsal cara 22. tê lidarxistin. Festîvala ku wê li bajarê Elmanya Dusseldorfê pêk were bi dirûşma "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu" û "Şoreşa Rojava Rûmeta Kurdên Azad e!" tê lidarxistin.
Festîval ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ve tê organîzekirin.
Festîvala îsal diyarî mirovên li Şengal, Rojava û Mexmûrê di encama komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.
Li binê konên li festîvalê bên vedan, tevî pêşengeha wêneyan a li ser komkujiya Şengalê, wê gelek çalakiyên danasîna çanda Kurd pêk bên.
Di festîvalê de wê koma muzîkê ya Kurd Koma Berxwedan derkeve ser dikê û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade û nûnerên partiyên siyasî yên Elmanya û Kurdistanê wê beşdar bibin.
Festîval wê roja Şemiyê saet di 11'an de li Am Rhein 40213 Düsseldorf pêk were.
KOÇ FESTÎVAL WÊ BIBE DENGÊ ŞENGALÊ
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç da xuyakirin ku amadekariyên wan ên ji bo 22. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî qediyane û anî ziman ku raya giştî eleqeyeke mezin nîşanî festîvalê didin. Koç got, "Weke komîteya amadekar a festîvalê me civîna xwe ya dawî lidar xist. Ji her alî ve amadekariyên me temam bûne, em niha li benda mêvan û gelê xwe ne."
Koç diyar kir ku destîvala îsal di demeke dîrokî de tê lidarxistin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li Krudistanê têkoşîneke destanî û dîrokî tê jiyîn. Her kes têkoşîna Krudan dibîne û bi baldarî dişopîne. Em dixwazin li Ewropayê dengê Şengal û Rojava bigihînin taya giştî ya cîhanê. Em dixwazin festîvala me di vê atmosfera berxwedanê de bi heybet pêk bê. Amadekariyên me bi vî rengî ye. Wekî din li Tirkiyeyê pêvajoya muzakereyê destpê dike. Afirînerê vê jî Serok Apo ye. Ji bo destekkirina vê pêvajoyê û qîrîna azadiya Serok Apo, divê em bi hemû rengê xwe tevlî festîvalê bibin. Banga me li gelê me û dostên me ev e."
'NE JI NEÇARÎ BE BILA KES BI WESAYÎTÊN ŞEXSÎ NEYÊN'
Di vê navberê de komîteya amadekar bi daxuyaniyekê ji Kurdistaniyan xwest, ku ji bilî wesayîtên taybet, bi giranî otobus û trênan bên. Di daxuyaniya komîteyê de wiha hat gotin: "Li navenda bajarê Dusseldorfê pirgirêkek cidî ya parkê tê jiyîn. Ji ber vê yekê eger ne ji neçarî be divê bi wesayîtên taybet kes neyên. Lê ji bo yên bi wesayîtên şexsî werin jî, komîteya me parkeke taybet kirê kiriye. Parka ku ji bo gelê me mexdûr nebe hatiye girtin, li derveyî qada festîvalê ye. Li wir hevalên me yên wezîfedar hene. Wê berê mirovan bidin qada festîvalê. Ji ber ku li dora qada festîvalê cihê parkê nîne. Wesayîtên li derdorê bên parkkirin jî wê ji aliyê polîsan ve bên kişandin. Divê bala gelê me li vê rewşê be."
Navnîşana parkê ya komîteya festîvalê amade kiriye ev e: Stockumerhöfe 40474 Düsseldforf (P beşa duyemîn)
BERNAMEYA FESTÎVALÊ
22. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî êvara Înê bi panela bi navê "Rewşa li Rojhilata Navîn û Kurdistanê" destpê dike. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, hunermend Pinar Aydinlar û rojnamevan Ferda Çetîn beşdarî panelê dibin.
Bernameya roja duyemîn a festîvalê wiha ye:
Axaftvan;
-Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç
-Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag
-Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade
-Hevserokê PYD'ê Salih Muslim
-Li ser navê ABDEM'ê Alexis Kalk
Bernameya çandê;
- Koma Berxwedan
-Dengê Mezopotamya (Koroya Zarokan)
-Pinar Aydinlar
-Necmedîn Xulamî
-Hanî
-Bengî Agirî
-Dengê Xwezayê(Erbane)
-Sînevîzyon