Amadekariyên 1. Mîhrîcana Şehîd Taylan, Bêrîtan û Jêhat qediyan
Amadekariyên 1. Mîhrîcana Şehîd Taylan, Bêrîtan û Jêhat qediyan
Amadekariyên 1. Mîhrîcana Şehîd Taylan, Bêrîtan û Jêhat qediyan
Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, di "1. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya ji bo bîranîna Şehîd Taylan, Bêrîtan û Jêhat" de tên cem hev. Amadekariyên mîhrîcana sibê, qediyan.
Li Federasyona Rûsyayê, 1. Mîhrîcana Çand û Hunerê ji bo bîranîna Taylan (Ahmet Yildirim), Bêrîtan (Hikmiye Sehan) û Jêhat (Remzî Akkûş) ên di sala 1999'an de ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir, tê lidarxistin. Amadekariyên mîhrîcana ku wê sibê bê lidarxistin, bi dawî bûn.
Mîhrîcan wê li bajarê Krasnadarê bê lidarxistin. Ji ber pirsgirêka di navbera Rûsya û Ukraynayê de, destûr nehat dayîn ku mîhrîcan li qadeke servekirî bê lidarxistin. Lewma mîhrîcan wê li salona konserê ya Jeleznodorojnikov a Mala Gel a Krasnadarê bê lidarxistin.
Ji bo mîhrîcana ku saet di 12'an de wê destpê bike, gelek hunermend, siyasetmedar û rêveberên otonomiyên gel ên li Rusyayê hatin vexwendin.
Di mîhrîcanê de wê Kurdistaniyên li Şengal û Rojava jiyana xwe ji dest dane bên bîranîn.