Şewata li Çiyayê Cûdî derketibû dewam dike

Şewatên ku artêşa Tirk li Çiyayê Cûdî pêxistibû, dewam dike.

Ji ber gule barandina artêşa Tirk a dagirker li 3 nuqteyên cihê yên Çiyayê Cûdî şewat derket.

Ji ber gule barandina ji navendên leşkerî yên herêma Çiyayê Cûdî ya Şirenxê şewat li daristanan derket. Şewata ku li herêma Geliyê Hirçê derketibû berbelav dibe, hate ragihandin ku ti mudaxeleyek ji bo şewatê nehatiye kirin.