Şewata daristanan a li Rûsyayê zêde dibin
Ji serê salê ve li Rûsyayê 10 milyon hektar daristan bû xwelî. Germahiya kurewî li vê herêmê li gorî qitayên din ên cîhanê du qat zêdetir lez bi pêş ve diçe.
Ji serê salê ve li Rûsyayê 10 milyon hektar daristan bû xwelî. Germahiya kurewî li vê herêmê li gorî qitayên din ên cîhanê du qat zêdetir lez bi pêş ve diçe.
Ji bo welatiyên paytexta komara xweser a Yakutîstan Yakûtskê ya dikeve rojhilatê dûr a Rûsyayê ji bo bi dûmanê jehrî nebin bang hate kirin ku ji malên xwe dernekevin Yakûtistan dikeve bakurê rojhilatê Sibîryayê.
Ji serê salê û vir ve 10 milyon hektar bûye xwedlî. Li Rûsyayê herêma herî zêde ji şewatê bandor jî bûye Yakutistan e.
Ji nûnerên Wexfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) Andrey Shchegolev ê tevlî bernameyek medyaya RTS a Swîsre bûyî got: “Îsal em li Rûsyayê li gelek deveran hewaya germ û zuha dibînin. Niha li qismê Ewropa ya welat, şewatên mezin pêk nehatin, lê li Karelya (Komara dikeve bakurê rojavayê axa Ewropa ya Rûsya) ji serê salê û vir ve nêzî 20 hezar hektar şewitîn.
Ji sala 2019’an û vir ve tîmên agirkujiyê ji bo hê zêdetir mudaxeleyî şewatên deverên ku mirov lê najîn bikin, têkoşîn dike. Lê ev jî têrê nake.
Li gorî Shchegolev diyar kir ku li Sibîryayê wê siberojê rewş neyê guherîn û got: “Berî niha şewata daristanan herî kêm heta meha Tebaxê dawî dibû, lê niha heta dawiya meha Îlonê jî dom dike. Her wiha sala borî, şewatên dikevin derveyî Daîreya Cemserê ya Bakur me dît, ev jî girêdayî guherîna avhewayê ye.”
Li gorî Wezareta Hawirdorparêz a Rûsya, germahiya kurewî ya li welat li gorî cîhanê du qat zêdetir bi lez pêş dikeve.