Şerê li dijî xwezaya Wanê

Li Wanê 5 sal in xweza tê wêrankirin. Kanên mermer, kevir û madenê, her wiha HES xwezayê diherimînin. Çalakiyên ji bo şermezarkirina vê yekê jî dibin hedefa tundiya dewletê.

Hikumeta AKP'ê di nava 5 salan de li Wanê 12 Santralên Hîdro Elektrîk (HES) çêkir. Li gel HES'an her wiha sê kanên mezin ên kevir hene. Hejmara kanên madenê jî zêde bûne.

Berdevkê Platforma Parastina Hewselê û aktîvîstê Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli li ser qirkirina xwezayê ya li Wanê ji ANF'ê re axivî. Vahap Işikli anî ziman ku bi destê qeyûm Gola Wanê tê gemarîkirin û got, "Kavilên ku avêtin nava Gola Wanê kir ku ev krîz xuya bike. Li gel nerazîbûnan daxuyaniyek hate dayin, lê daxuyanî bi xwe trajîkomîk bû û îdîa kirin ku Gola Wanê paqij kirine. Em bala xwe didin ser kanên madenê, HES ên li Wanê, êdî her tişt li pêş çavan e. Bi destê qeyûm texrîbat tê kirin. Li vê derê mîna li Amedê dar têne birîn."

HES JI BO WANÊ BÛ FELAKET

Işikli ragihand ku krîza ekolojîk a li Wanê veguheriye ziwatiyê û got, "Em dibînin ku Bendava Zernekê jî vala ye. Ji ber ku tedbîrên pêwîst nayên wergirtin û bi HES'an çavkaniyên avê yên binê erdê hatin çikandin. Li Wanê 12 HES hene. Li gel biryara Dadgeha Şêwirmendiyê jî hîn jî li Zîlanê HES têne çêkirin. Ev HES bi kêrî xelkê nayê. Ev yek polîtîkaya avê ya hikumetê ye."

TEMAMIYA HERÊMÊ DIDE BER XWE

Işikli bal kişand ser meseleya kanên mermer û kevir û anî ziman ku ev kan li tevahiya herêmê belav bûne. Işikli got, "Li Payîzavayê kiryarên li dijî gel gihîştiye wê astê ku gund bêne valakirin. Kanên madenê, kanên xîzê, kanên mermeran topografî û nebata li herêmê diguherîne."

Işikli diyar kir ku weke Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Platforma Parastina Hewselê li dijî vê yekê dest bi kampanyayan kirine û got, "Li dijî xwezayê şer hatiye îlankirin. Îro li herêmê gund têne valakirin. Bi şewata daristanan û HES'an re qereqol têne çêkirin. Herêmê leşkerî dikin."