Şerê DYE û Çînê yê li ser 'Mekong'ê

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Çîn, li ser Mekongê şerekî stratejîk dikin, ku jiyana 70 milyon mirovî pê ve girêdayî ye.

Çemê Mekong di nava Çîn, Bûrma, Tayland, Laos, Kamboçya û Vîetnamê re diherike û ji aliyê cihêrengiya biyo ve gelekî dewlemend e. Lê belê hem guhertina avhewayê ya salên dawî hem jî gelek bendavên hîdroelektrîk ên li ser hatine avakirin, gefê li vê cihêrengiya biyo ya Mekongê dixwin.

Li gorî medya RTS a Swîsreyê, li gundekî li bakurê Taylandê, jinek ku masiyan digire wiha dibêje, "Ava li çem niha bi sê metreyan kêm bûye û bi rengekî neasayî diherike. Ev yek jî ji aliyê koçkirinê û hêkkirinê ve masiyan aciz dike... Êdî nizanin ku xwe li ku bigirin û em jî nizanin ku wan li ku bibînin."

Li gorî lêkolîneke ji dîmenên peykê, ku ji aliyê hikumeta DYE'yê ve hate fînansekirin, di navbera mehên Nîsan û Îlonê de li bendavên ku Çînê ava kirine av gewimiye.

Li welatên li biniya çemê Mekongê di asta herî giran de ziwabûn heye. Di demeke wiha de bendavên ku ji aliyê Çînê ve hatine çêkirin li cîhanê bû sedema nerazîbûnan.

Çend hefte piştî weşandina dîmenên navborî Çînê raporek weşand û ji bo bendavan ev îdîa kir, "Ji bo sivikkirina ziwatiyê dibin alîkar." Lê belê ev rapor nebû argumanek cihê baweriyê.

Di halê hazir de gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên ku Mekongê diparêzin, bi fonên Emerîkayê tên fînansekirin. Komîteya Mekongê jî ku niha bi mijarê re eleqedar e, saziyek ji Emerîkayê. Rêveberiya Çînê di sala 2016'an de bi rêya Komîteya Lancang-Mekong mekanîzmaya xwe ava kir ku rojevê diyar bike.

Ji Şerê Vîetnamê û vir ve herêma Mekongê di stratejiya DYE'yê ya têkildarî Asyayê de bû xwedî roleke girîng. Emerîkayan bi razemeniyên girîng ên li wê derê zêdeyî hezar şîrket ava kirin.