Şefê nû yê DAÎŞ'ê dilxwazekî Erdogan e

Taner Sabrî Gorenoglû yek ji wan çeteyan e ku gelekî nêzî serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê Mûhammed Abdûrrahman El Mevla El Selbî (Hacî Abdûllah) e. Gorenoglû qala sempatî û baweriya El Selbî û hevsera wî ji bo Erdogan kir.

Ji aliyê servîsên îstîxbaratê ve hate piştrastkirin ku Mûhammed Abdûrrahman El Mevla El Selbî bûye 'xelîfe'yê nû yê DAÎŞ'ê ku di nava DAÎŞ'ê de bi navê Abdullah Qardaş û Hacî Abdullah jî tê naskirin.  Taner Sabrî Gorenoglû jî yek ji wan kesan e ku nêzî El Selbî ye. Gorenoglû ji Erebên ji Reyhanli ya Hatayê ye û 32 salî ye. Bi qasî Tirkî bi Erebî jî baş zane. Gorenoglû di sala 2009'an de li Stenbolê bi rêya Leyls Abûş ê DAÎŞ'î nêrîna cîhadîst nas kir di sala 2014'an de tevlî nava DAÎŞ'ê bû. Di nav DAÎŞ'ê de perwerdeya sekvaniyê dît û bi fermana Abdullah Qardaş hatineya DAÎŞ'ê ya li Sûriyeyê belav kir û gihand Iraqê. Taner Sabrî Gorenoglû ku navê Ebû Zeynep Turkî li xwe kiriye, di sala 2017'an de dema ku xwest bi malbata xwe bireve Tirkiyeyê ji aliyê îstîxbarata QSD'ê ve li Minbicê hate girtin. Karê Gorenoglû yê li nava DAÎŞ'ê çend mehên dawî eşkere bû. Gorenoglû qala Tirkmenên DAÎŞ'î û Hacî Abdullah û têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re kir.

Taner Sabrî Gorenoglû anî ziman ku Tirkiye ji bo DAÎŞ'ê qadeke jiyanê ye û anî ziman ku xelîfeyê nû yê DAÎŞ'ê Hacî Abdullah rojekê jê re got, "Eger em rojekê tengav bibin yekane devera ku em dikarin biçin Tirkiye ye. Tenê Erdogan û Tirkiye wê alîkariyê bi me re bike."

DI SALA 2009'AN DE LI TIRKIYEYÊ HATE DERMANKIRIN

Gorenoglû anî ziman ku di sala 2009'an de li Stenbolê Leys Abûş nas kiriye ku Abûş ji Tirkmenên Iraqî ye û yek ji alîkarên Hacî Abdullah e. Gorenoglû diyar kir ku Leyl Abûş li Bagcilar a Stenbolê cîranê wî bû û got, "Wê demê birîndar bû. Di nava Dewleta Îslamê de li Iraqê birîndar bûbû û ji bo tedawiyê hatibû Tirkiyeyê. Li Bagcilarê cîranê min bû. Leys Abûş berê ji Saddam re leşkerî jî kiribû. Min berê dîmenên wan dişopand, hînî îdeolojiya wan dibûm. Min aqîdeya wan pejirand. Beriya tevlî DAÎŞ'ê bibim li Leys Abûş geriyam û min jê re got ku ez ê tevlî bibim. Wî jî got, 'Tu kengî bixwaze were'."

BI RÊYA ÎLHAMÎ BALÎ JI SÎNOR DERBAS BÛ

Taner Sabrî Gorenoglû ku bi bersûcê reviyayî yê teqînên li Tirkiyeyê Îlhamî Balî (Ebûbekir Turkî) re ji heman gundî ye, diyar kir ku bi hewldanên Balî di Tebaxa 2014'an de ji Kîlîs/Erbeylî derbasî bajarokê Raî yê Sûriyeyê herêma DAÎŞ'ê bû. Gorenoglû got, "Dema ku em derbas bûn bi 400-500 metreyî dûrî me leşker hebûn, em dîtin lê belê tiştek nekirin. Ti astengî dernexistin pêşiya me. Ji xwe mala min a berê li Hatayê li devereke nêzî sînor bû, lewma min li wir qaxaçitî dikir. Ji sala 2013'an û pê ve piştî saet 18:00 leşker ji ser sînor vedikişandin. Piştî wê saetê te bixwasta dikarîbû tank jî di sînor re derbas bikira. Yanî sînor bi zanebûn vekirî dihate hiştin."

DEMA KU ABDULLAH QARDAŞ NAS KIR

Gorenoglû piştî ku çend rojan li Raî ma, ew derbasî navçeya El Bûkemal a Dêra Zorê hate kirin û li wir 15 rojan perwerdeya leşkerî dît, piştre jî li derdora balafirgeha Dêra Zorê hate wezîfedarkirin. Gorenoglû got, "Piştî perwerdeyê bi Leys Abûş re axivîm. Ji min re got, 'Ez ê te bi yekî bidim naskirin'. Bi vî rengî min Hacî Abdullah nas kir. Wê demê ji min pirsî ku dixwazim çi bikim. Min jî jê re got ku li leşkeriya Tirk ez sekvan bûm, dikarim vî karî bikim û bûm sekvan. Piştî mehekê bi fermana Hacî Abdullah bi rengekî veşartî ji bo karê pereyan ên li Sûriyeyê hatim wezîfedarkirin. Min her du kar bi hev re kir. Hem sekvan bûm hem jî bi rengekî veşartî min karê pereyan dikir. Piştre min dest ji sekvaniyê berda. Sê mehan dewam nekir."

MEHANE 100-150 MILYON DOLAR

Gorenoglû der barê çavkaniya hatineyê ya DAÎŞ'ê li Sûriyeyê û hatineya mehane de jî got, "95 ji sedî yê hatineyê ji petrolê, ji şîrketa Konîko (şîrketa gazê) dihat. Her wiha zekat hebûn. Ji cezayên ku Hîsbe (asayîş), şûrta (polîs) dibirîn û ji çandiniyê jî hatine hebû. Hatineya me gelekî zêde bû. Eger hejmarekê bêjim, dikarim bêjim ku mehane 100-150 milyon dolar pere dihat. Piştre dema ku 'Dewleta Îslamê' dest bi windakirina xakê kir ev hatine kêm bû û di destpêka sala 2017'an de hatine daket heta 40-50 milyon dolarî."

PETROL JI TIRKIYEYÊ RE DIHATE FIROTIN

Gorenoglû yê DAÎŞ'î anî ziman ku wan petrol difirotin Tirkiyeyê û got, "Xeta lûleyê ya ji Dêra Zorê heta Tirkiyeyê nîne. Dewleta Tirk nayê û yekser ji DAÎŞ'ê petrolê nakire. Bi rêya bazirganan ev kar tê kirin. Bazirgan dihatin Dêra Zorê û tankerên petrolê dadigirtin û ji wir dibir Idlibê. Ji Idlibê jî li sînorê Hatayê dihate belavkirin. Eger dewleta Tirk ev nekirîbûya ewqas petrola xav wê kê çi pê bikira? Her wiha min bihîst ku ji bendergeha Skenderûnê petrola DAÎŞ'ê ji welatekî din re jî dihate şandin. Lê belê nizanim kîjan welat. Berhemên dîrokî yên ku DAÎŞ'ê ji Mûsil û deverên din bir bi rêya navbeynkaran derbasî Tirkiyeyê dihatin kirin. Ji wir jî derbasî Ewropayê dihatin kirin. Bi vî rengî bi hezaran berhemên dîrokî hatin derxistin. Pereyên wan ji me re nedihatin."

TEVLÎ CIVÎNAN NEDIBÛ, NEDIKET NAVA MIROVAN

Taner Sabrî Gorenoglû der barê Hacî Abdullah de got, "Hacî Abdullah mirovekî bi aqil bû. Beriya ku gavekê biavêje 500 carî hesab dikir, emniyeta xwe xurt dikir. Ji tiştên ku zerarê bidin emniyetê hez nedikir. Tevlî civînan nedibû, dernediket nava mirovan. Ji bo ewlekariyê timî xwe nedida pêş. Zêde kes Hacî Abdullah nas nake. Timî wesayitan diguherîne, kincên sivîl li xwe dike. Carna di rê de 2-3 wesayitan diguherîne. Gelek hevjînên wî hene. Hevjîna wî ya bi navê Zubeyde dibe ku endama îstîxbarata Tirk e. Hate gotin ku Zubeyde Tirkmeneke Iraqî ye, lê belê dema ku diaxive mirov nikare bêje ku Tirkmen e. Tirkiya wê gelekî baş e. Bi dîtina min ew Tirk e. Tirkmen dema diaxivin hin gotinên ku di Tirkî de nînin bi kar tînin, lê ew qet bi kar nîne. Jineke balkêş û nepen e. Haci Abdullah nêrînên wê ji xwe re dike esas, ya rast ew Haci Abdullah bi rê ve dibe. Înternetê xweş bi kar tîne. Timî bi jineke bi navê Cemîle Akgunduz a li Tirkiyeyê re diaxivî. Zilamê nêzî Haci Abdullah û parêzvanê wî Mûrat Qardaş ji min re got ku dema li Mûsilê înternet hate qedexekirin jî wê timî înternet bi kar dianî. Mûrat Qardaş jî bi guman bû ku Zubeyde endama îstîxbarata Tirk e.

PESNÊ TIRKIYE Û ERDOGAN DA

Dema ku carna bi Mûrat Qardaş re diaxivîm, digot ku Zubeyde pesnê Erdogan û Tirkiyeyê dide. Haci Abdullah bi rengekî erênî li Tirkiye û Erdogan dinere. Digot ku eger rojekê me tengav bibin yekane devera ku em biçin Tirkiye ye, tenê Erdogan û Tirkiye wê ji me re bibe alîkar. Em dikarin li Tirkiyeyê bêpirsgirêk bijîn. Tirkiye û Erdogan wê ji me re derfetên jiyanê pêşkêş bike. Bi teqînan em naxwazin zerarê bidin Tirkiyeyê û em naxwazin vê siyaseta Tirkiyeyê xera bikin."