Çemê Bendîmahiyê kirin qurbanê rantê

Çemê Bendîmahiyê ku çavkaniya herî mezin a ava ku diherike Gola Wanê, ji ber HES û bendavên ku li ser hatine çêkirin bi temamî zuha bûye. Bi mîlyonan masî û zindiyên di çemê de tine bûn.

Çemê Bendîmahiyê ya li navçeya Bêgirî ya Wanê, ji ber bendav û HES'ên li ser hatine çêkirin û Karên Hîdrolîk ên Dewletê (DSÎ) av ji bo avdanê qut kiriye, zuha bûye. Ji ber zuhabûna ava çemê, bi milyonan zindiyên di çemê de dijîn, di nav wan de masiyê Încî Kefal jî heyî winda bûn.

BI MILYONAN ZINDÎ JI BER BÊAVIYÊ MIRIN

Ji xeynî HES û bendavên li ser çemê, regulatorên avdanê yên ku ji aliyê Midûriyeta Herêma 17’emîn a Karên Hîdrolîk a Dewletê ve li ser 8 kîlometreya çemê Bendîmahiyê hatine bicihkirin yek ji faktorên herî mezin ên zuhabûna çem in. Ji ber bi temamî qapaxên regulatorê hatin girtin çemê Bendîmahiyê bi tevahî zuha bû û ev yek rê li ber hêk û masiyên biçûk ên Încî Kefal girt ku bigihêjin Gola Wanê.

‘NÎŞANEYA KARESETÊ YE’

Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê Alî Kalçik, diyar kir ku çema Bendîmahî di dîrokê de cara ewil e zuha bûye. Kalçik, anî ziman ku zuhabûna çem nîşaneya felaketê ye û wiha got: “Ji bo rantê, Çemê Bendîmahiyê ku bi bedewiya xwe ya xwezayî navdar e û bi milyonan zindî dihewîne hat îmhakirin. Zuhabûna Çemê Bendîmahî encama pergala kapîtalîst a hov e. Ji bo ku hin kes ji HES'an sûd werbigire, xweza tê tunekirin. Dewletê çemê Bendîmahî îro radestî alîgirên xwe kiriye. Dewlet nikare bazariya avê bike. Bin erd û ser erd milkê gel e, ne milkê dewletê ye. Bi milyonan zindî bûn qurbanê rant ê.”

‘JI BO RANTÊ XWEZA TÊ TINEKIRIN’

Kalçik di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li herêma me ji xwe baran gelek nabare. Çavkaniya ava vê herêmê barîna berfê ye. Berfa ku di zivistanê de dibare, di bihar û havînê de çavkaniyên avê yên vê herêmê xwedî dike. Bi taybetî ji ber germahiya global rêjeya herikîna çavkaniyên avê kêm bûye. Ji ber vê yekê gelek çavkaniyên avê zuha bûn. Di vê serdemê de ku germahiya global ewqas bi bandor e, divê dewlet çavkaniyên avê biparêze, lê tam berovajî vê yekê dike. Li ser çavkaniyên avê yên heyî HES û bendav çêkirin. Ev HES û bendavên hanê bi kêrî gelê herêmê û xwezayê nayên, ji bo rantê didin alîgirên xwe."