Çavkaniyên avê roj bi roj diçikin

Zêdebûna nifûsa Cîhanê, talankirina çavkaniyên avê wê di siberoja nêz de bike ku pirsgirêka herî girîng pirsgirêka avê be.

Li gorî rapora dawî ya Bankaya Cîhanê, nêzî nîvê çavkaniyên avê tên dizîn. Di raporê de hate ragihandin ku ev rêje 30 heta 50 ji sedî guheriye.

Mafên li ser çavkaniyên avê her çend li gorî welatan bên guhertin jî av bi giranî weke milkê cemaweriyê tê dîtin. Lê belê li gelek welatan çavkaniyên avê hîn jî tên talankirin.

Yek ji wan welatan Swîsre ye, ku çavkaniyên avê ji ku der dibin bila der bibin milkê cemaweriyê ye. Tenê li hin kantonan îstîsna heye. Ava di nava erdê şîrketeke taybet an jî zeviyê çandiniyê derbas bibe jî ew av weke milkê cemaweriyê tê dîtin.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ PEYDAKIRINA AVÊ WEKE ‚MAFÊ MIROVAN Ê BINGEHÎN‘ QEBÛL KIRIBÛ

Zêdebûna nifûsa cîhanê, karên çandiniyê, ziwatî û bikaranîna zêde ya avê, girîngiya çavkaniyên avê roj bi roj zêde dike.

Li gorî raporekê ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve hate weşandin, heta sala 2017’an nêzî ji sedî 29 ê nifûsa cîhanê nikarîbûn xwe bigihînin çavkaniyên avê. Wê demê nêzî 2.2 milyar mirov di rewşeke bi vî rengî de bû. Hejmara mirovên ku ji binesaziya ku çavkaniyên avê li nava malê bi kar bînin bêpar bûn, zêdeyî nîvê nifûsê ne.

Neteweyên Yekbûyî di sala 2010’an de peydakirina çavkaniyên ava vexwarinê weke ‚mafê bingehîn ê mirovan‘ nas kiribû.

JI SEDÎ 70 DI KARÊ ÇANDINIYÊ DE TÊ BIKARANÎN

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji çaran sê parê bikaranîna avê ya li ser rûyê cîhanê ji ber karên çandiniyê ye. Ev rêje jî ji sedî 70 ye. Bikaranîna avê ya ji bo çandiniyê di sê çaryekên destpêkê yên sedsala 20’an de bi 6 qatî zêdetir bû.

JI SEDÎ 30-50 Ê ÇAVKANIYAN TÊN DIZÎN

Bikaranîna avê bi rengekî neheq an jî talankirina wê yek ji pirsgirêkên girînge. Di vir de bikaranîna çavkaniyên avê li qadên çandiniyê bi rengekî bêdestûr bi bandor e. Tê texmînkirin ku ji sedî 30-50 ê çavkaniyên avê tê dizîn.