Çalakiya Şirnexê di roja 3’an de ye: Dijminê gel û erdnîgariyê ne

Çalakiya rûniştinê ya Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş a ji ber şewata li Çiyayê Cûdî dabû destpêkirin dewam dike. Ozguneş got: “Ev berhemê dîtina kategoriya dijminê gel e.”

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Hasan Ozguneş ji bo protestokirina şewata ku ev nêzî 3 meh in li Çiyayê Cûdî didome protesto bike, dest bi çalakiyeke rûniştin kiribû û ev çalakî di roja 3’an de ye. Çalakiya ku Ozguneş li ber derê avahiya partiyê dabû destpêkirin, Parlementerên HDP’ê Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, Meclîsa Jinan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û endamên partiyê piştgirî kirin.

Ozguneş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku tevî bang û hişyariyan jî hê şewat dewam dike û ti mudaxeleyek nayê kirin û got: “Ev dijminahiya bi erdnîgariyê re ye. Ev berhemê dîtina kategoriya dijminê gel e. Wê têkoşîna me bi gelê me re bidome.”

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran mîr jî axivî û diyar kir ku 40 sal in ku şer didome û got: “40 sal in, qetlîam û qirkirina xwezayê tê kirin. Dixwazin em Kurdên mirî bin. Kurdekî bê rûmet û vîn dixwazin. Me ala hevalên xwe yên li dij îdarbeya 12’ê Îlonê têkoşîn kirin,  dewr girtiye. Berdêl çi dibe bila bibe em ê ber serketinê biçin. Em teslîmî rejîma dîkta-mezhebî nabin. Em çawa xwedî li ziman, çand û nasanemya xwe derdikevin, em ê bi heman rengî xwedî li xwezaya xwe jî derkevin.