9 şervanên YPG / YPJ’ê li Duîsburg hatin bîranîn
Li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên li kantonên Kobanê û Cizîrê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên li kantonên Kobanê û Cizîrê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên li kantonên Kobanê û Cizîrê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li bajarê Duisburg ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê ji bo 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên li kantonên Kobanê û Cizîrê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranîna ku bi dehan Kurdistanî tevlîbûn li salona bîranîn lê hat lidarxistin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zeynep Kinaci (Zîlan) alên PKK, YPG / YPJ bû wêneyên 9 şervanên YPG / YPJ’ê hatin daliqandin.
Di bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Dogan Çelîk ê xizmê şervanê YPG’ê Huseyîn Tutuman (Gabar Dêrsim) ê 17’ê Gulanê li gundê Til Talaa yê Til Temir jiyana xwe ji dest da axivî. Çelîk behsa têkoşîna Gabar Dêrsim û hevalên wî kir. Çelîk got: “Em bi şehîdên xwe serbilind in, şehîd şehîdên hemû Kurdistanê ne.”
Alî Başar ê tevlî merasîmê bibû axaftinek kir.
Bîranîn bi dirûşma, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “ Bijî Serok Apo' û çepikan bi dawî bû.