8. Konferansa Perwerde û Hindekariyê ya Wargehê destpê kir

8. Konferansa Perwerde û Hindekariyê ya Wargehê destpê kir

8. Konferansa Perwerde û Hîndekariyê ya Wargeha Şehîd Rustem, bi şiyara "Zihniyeta demokratîk, perwerdeya demokratîk, civaka demokratîk" bi beşdariya 180 delege û mêvanan destpê kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem îro seat di 08:00’an de 8. Konferansa Perwerde û Hîndekariyê ya Wargeha Şehîd Rustem, bi şiyara "Zihniyeta demokratîk, perwerdeya demokratîk, civaka demokratîk" bi beşdariya 180 delege û mêvanan li salona lokala Mamostayên wargehê destpê kir.  

Konferans wê 3 rojan dewam bike û li ser pergala perwerdeyê ya li wargehê û 2 salên pêş ên perwerdeyê nîqaş bên kirin, biryar werin girtin.

Li salona konferansê pankartên bi nivîsên “Civaka ku ciwanên xwe winda kirî be, wate û mafê xwe jî winda kiriye”, “Ezeztî û heyberperestî dijminê perwerdeyê û perwerdekarane” û “Zihniyeta demokratîk, perwerdeya demokratîk û civaka demokratîk” hatin daliqandin. Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Endamê Komîteya Zanîst û Ronakbîriyê Xebat Andok ve hat kirin. Andok diyar kir ku Perwerdeya Wargehê ji xwe re modêla perwerde û hînderkariya KCK’ê mînak digre û got: “Sîstema perwerdeya wargehê ji bo hemû Kurdistanê mînakek e. Bi salane bi sistemekî modern xwedevan tên perwerde kirin û xebatkar ji bo civakê tên amade kirin. Ev sîstem jî wê ji xwe re modela KCK’ê esas bigre.”

‘ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KURDAN ÊRIŞÊN ÎDEOLOJÎK IN’

Andok bal kişand li ser polîtîkayên heya niha li hemberî çand û hebûna Kurdan hatine meşandin û wiha pêde çû; “ Polîtîkayên dewleta Tirk ên Tirkitiyê, li Rojhilata Navîn li ser Kurdan dihat ferz kirin. Kurd xwedî çand û dîrokeke kevin bû lê belê ji aliyê hêzên serdest ve tine dihat hesibandin. Tevî vê yekê jî, Kurdan di tevahiya dîrokê de ji mirovahiyê re her tim dergûşî kiriye. Piştî ku modernîteya kapîtalîst bi pêş ket, li himberî çanda aryen dijminahî derketiye holê. Di roja me ya îro de, êrîşên li dijî Kurdan tên kirin êrîşên îdeolojîk in. Ji ber vê yekê jî Kurd di sedsala 20’an de rastî êrîşên cur be cur hatine. Pirsgirêka Kurdan bû pirsgirêka man û nemanê. Ji ber vê jî Kurdan fêmkirin ku êdî nabin biyaniyên xwe, bi vê fêmkirinê jî dest bi berxwedanê kirin. Bê statu hiştina Kurdan hatiyê şikandin. Ji ber ku gelê dixwaze azad bijî derketiye holê. ”

Andok destnîşan kir ku ji bo mirovên azad derbikevin holê, pêwîste di cewher de guhertin çê bibe û wiha anî ziman; “Em niha di pêvajoya avakirina sistemeke ji derveyî dewletê dene. Ji ber vê divê em hîn zêdetir civakê perwerde bikin û kesayetên azad biafirînin. Ji ber civaka azad bi kesayeta azad pêk tê. Yên ku dixwazin azad bibin, divê xwe perwerde bikin. Ji ber vê ji me bi têkoşîna xwe ya bi salan sistemekî ya perwerdê da avakirin. Sistema perwerdeya Mexmûr ne sistemekî nû ye ji ber ku bi salane ji bo xebat hatiye meşandin ji bo Kurdan bûye mînakekî giring."