5’emîn Mihrîcana Çandê ya Dêrsimê li Frankfûrtê ye
5’emîn Mihrîcana Çandê ya Dêrsimê li Frankfûrtê ye
5’emîn Mihrîcana Çandê ya Dêrsimê li Frankfûrtê ye
5’emîn Mihrîcana Çandê ya Dêrsimê dê 24-25’ê gulanê li bajarê Almanya Frankfurtê bê lidarxistin. Dê mûzîkên taybet ên Dêrsimê derbikevin ser dikê û gotûbêjên li ser Dêrsimê bên kirin.
Mihrîcan 5’emîn a Dêrsimê ku her sal li Almanyayê pêk tê, dê îsal roja 24-25’ê gulanê li bajarê Frankfurt a Almanyayê li qada “Rebstockpark” bê lidarxistin. Mihrîcan ji aliyê Federasyona Demokratîk a Elewiyan ve tê organîzekirin.
Di çarçoveya mihrîcanê de dê roja 24’ê gulan înê, saet di 17.00 de panela bi navê “Rastiya Dêrsima di Hawira Qirkirinê” de bê lidarxistin. Moderatoriya panelê dê ji aliyê rojnamevan Bakî Gul ve bê kirin. Prof. Dr. Mîrhan Dabag, akademîsyen Erdal Gezîk, lêkolîner Mehmet Surmelî, Aysel Ana, Pîr Hasan Klavuz, civaknas Gulten Aydin û akademîsyen û çalakê xwezayê Ercan Ayboga tevil bibin.
Piştî panelê, dê Cema Yekgirtî bê lidarxistin. Pîr HasanKilavuz, Pîr Riza Yagmur û Pîr Alî Balî dê bi rêve bibin û dê derbarê baweriya Elewî de bi zimanên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) û Tirkî pêk bê.
Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, Serokê Federasyona Yekitiya Elewiyên Almanyayê Huseyin Mat, Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Ebdal Kemal Bulbul, Serokê Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Almanyayê Suleyman Gurcan, Serokê Federasyona Asuriyên Almanyayê Şabo Akgul Hadiko, nunerên Partiya Marksîst, Lenînîst Komunîst û Partiya Çep a Almanyayê dê tevil bibin û axaftin bikin.
Di beşa çand û hunerê de jî dê xwarinên herêmî, konên xwarinê, konên kincên herêmî, konê nivîskaran, konê pîran, konê serdanê, pêşangehên wêneyan, konên herêmî dêbên danîn û dê dîrok, çand,ziman û baweriya Dêrsimê bê vegotin.
Di bernameya mûzîkê ya îsal a mihrîcanê de Zelê Melê, Şengul Pak, Ahmet Aslan, Lale Kocgun, Silo Qiz, Ayşe Şefaqî, Comert, Mehmet Akbaş, Denîs Deman, Zamanî, Alî Riza Kahraman, Alî Baran, Serdar, Alî Îhsan Dogan û Muslum Polat derbikevin ser dikê.