42 saziyên li Elmanyayê destek dan HDP'ê

Kurd, Tirk, Çerkez, Laz, Elewî, Suryanî, Êzidî jî di nav de nûnerên 42 saziyên li Elmanyayê bi daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê diyar kirin, ku di hilbijartinan de ew ê destekê bidin HDP'ê.

Kurd, Tirk, Çerkez, Laz, Elewî, Suryanî, Êzidî jî di nav de nûnerên 42 saziyên li Elmanyayê bi daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê diyar kirin, ku di hilbijartinan de ew ê destekê bidin HDP'ê. Seroka DÎDF'ê Zeynep Sefariye Ekşî li ser navê saziyan daxuyanî da û got, "Ji bo HDP di hilbijartinên giştî de bi ser bikeve, em ji raya giştî re radigihînin ku em ê bi hemû enerjiya xwe bixebitin."

Piştî ku HDP'ê ragihand ew ê weke partî beşdarî hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê bibe, desteka jê re ya ji beşên cuda yên civakê jî zêde dibe. Kurd, Tirk, Çerkez, Laz, Elewî, Suryanî, Êzidî jî di nav de nûnerên 42 saziyên li Elmanyayê dixebitin, îro li bajarê Kolnê civîneke çapemeniyê lidar xistin û diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê bidin Partiya Gelan a Demokratîk (HDP). Daxuyanî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat dayîn û tevî nûnerên gelek saziyan, endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nîvart Bakircioglû û gelek kesayet beşdar bûn. Civîna çapemeniyê bi dirûşma "Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, Banga Jiyana Nû ya HDP'ê" hat lidarxistin.

NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ: HDP

Seroka DÎDF'ê Zeynep Sefariye Ekşî metna li ser navê 42 saziyên li Elmanyayê hatibû amadekirin xwend û da xuyakirin, ku ew hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin.

Sefariye Ekşî da zanîn ku hilbijartinên giştî yên îsal, ji aliyê pêşeroja Tirkiyeyê ve xwedî roleke diyarker e û got, "Hem ji bo me, hem jî ji bo civatên cuda yên bawerî, netewe û mezheban, xwedî girîngiyeke diyarker e. Hikûmeta AKP'ê ya 13 sal in li ser kar e, di serî de pirsgirêka Kurd û Elewiyan a mafên wekhev, gelek pirsgirêkên bingehîn çareser nekiriye, berevajî bi avakirina sîstemeke otorîter û totalîter re, gelek pirsgirêkên civakî kiriye girêkek kor. Ji ber vê yekê em AKP'ê ji niha û pê ve li pêşiya çareseriya pirsgirêkên civakî û demokratîkbûyînê weke astengiya herî mezin dibînin."

Sefariye Ekşî ragihand ku CHP û partiyên din ên sîstemê jî dûrî çareseriyê ne û got, "CHP û partiyên din ên sîstemê xwedî bername û perspektîfa çareserkirina pirsgirêkan nînin. Mejiyê yekperestî û statukoparêziyê dewam dikin. Hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk hatine destpêkirin, hînê veneguherîne muzakereyê. Daxwaza mafên wekhev ên bi mîlyonan Elewiyan bicih nehatine anîn û di ser re, sîstema perwerdeyê hîn bêhtir hatiye paşvexistin.

Zextên li karkeran, kedkarên cemaweriyê dewam dikin. Komkujiyên karkeran her dewam in. Mafê grevê ku mafê bingehîn e ji aliyê hikûmetê ve hatiye rakirin. Aboriya welêt li gorî hejmarên fermî mezin dibe, lê belê nanê gel roj bi roj biçûk dibe."

‘EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU JI BO HDP’Ê BIXEBITIN’

Seroka DÎDF’ê Zeynep Sefariye Ekşî, got ku bi HDP’ê re derfetên avakirina jiyaneke nû û çareserkirina pirsgirêkan ji bo kesên li Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê dijîn ava bûne û wiha dewam kir: “Li Tirkiyeyê ji bo gelên ji bawerî, çand û nasnameyên cuda bi hev re bijîn û li hember her cure neheqiyan li ber xwe bidin alternatîfeke nû derketiye. Em dixwazin ev alternatîf hê bihêztir bibe. Tirkiyeke gel û baweriyên layik û demokratîk bi awayekî azad bi hev re bijîn hesreta me hemûyan e. Lewma em wek Tirk, Kurd, Asûrî-Suryanî, Laz, Çerkez, Ermenî, Rûm û Elewî, Ezidî, Xiristiyan, Misliman nûner û saziyên baweriyan, Em bawer in, di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de bernameya hilbijartinê ya HDP’ê ku dengê guhertin, veguhertin û hêviyê ye wê rê li ber avakirina Tirkiyeyeke ku em bi hesreta wê ne veke.”

Seroka DÎDF Zeynep Sefariye Ekşî herî dawî ev xisûs diyar kirin, “Em wek saziyên îmzeya wan li jêr, ji bo HDP’ya jiyana nû diparêze, ji bo di hilbijartinên giştî de bi ser bikeve, em ji raya giştî re radigihînin ku em ê bi hemû enerjiya xwe bixebitin û her cure piştgiriyê nîşan bidin. Em bang li tevayî parêzvanên aştî, wekhevî, azadî, mafê jinan û hawîrdorê dikin ku piştgiriyê bidin.”

Her wiha, di civîna çapemeniyê de nûnerên saziyên Ermenî, Laz, Çerkez, Rûm û wekî din jî amade bûn û daxuyaniyên bi zimanê xwe yên zikmakî dan. Saziyan bang li her kesî kirin ku destekê bidin HDP’ê.

SAZIYÊN ÎMZEYA WAN LI BINÊ DAXUYANIYÊ HENE

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM), Federasyona Karkerên Penaber ên Elmanyayê (AGÎF), Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DÎDF) Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Elmanyayê (ATÎF) Federasyona Gelên Demokratîk a Elmanyayê (AHDF) Proleteryaya Şoreşa Cîhana wê bê Jiyin, Partiya Pêşerojê ya Kesk û Çepgir a Elmanyayê, Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Êzidiyên Ewropayê (FKÊ) Meclîsa Sirgunên Ewropayê (ASM) Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (FCÎK) Komeleya Rûman a Pontûsê, Nor-Zartonk, Însiyatîfa Çerkezan, Komeleya Çand û Zimanê Lazbura-Laz, Tevgera Jinên Kurd ên Almanyayê (TJK-) Yekitiya Jinên Sosyalîst (Elmanya), Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK), Meclîsa Jinên Êzidî, Yekîtiya Akademîsyenên Êzidî, TEV-ÇAND, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Ciwanên Azad, Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê, Kaldiraç, Meclîsa Sirgunên Ewropayê, Weqfa Depiyan, Ji Nû ve Avakirina Dêrsimê, Komeleya Qirkirina Dêrsim 38, Însiyatîfa Gel a Kurecikê, Komeleya Malbatên Winda û Mexdûran, Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê (YGK) Komeleya Karaliyê Ewropayê, Însiyatîfa Kurdên Anatolyayê, Komeleya Koçgiriyan a Ewropayê, Komeleya Depiyan, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Çewlikê, Însiyatîfa Êlihê, Însiyatîfa Qeres-Erdexan-Îdir û Însiyatîfa Mereşiyan.