4. Rojên Filman ya Bazidê destpê dike

4. Rojên Filman ya Bazidê destpê dike

4'emîn Rojên Filman ya Bazidê ku ji aliyê Şaredariya Bazidê ve tê organîzekirin, wê di 24'ê Gulanê de destpê bike. Îsal di rojên filman de dê giraniyê bidin filmên jinan.

Bernamaya 4'emîn Rojên Filman a Bazidê ku ji aliyê Şaredariya Bazidê ve tê organîzekirin aşkera bû. Beriya niha hatibû aşkerakirin ku rojên filman di 17'ê Gulanê de dê bê lidarxistin, lê ji ber hin kêmasiyên teknîkî rojên filman wê di 24'ê gulanê de bê lidarxistin. Di çalakiya ku dê 3 rojên bidomê de îsal dê giranî bidin filmên jinan.

Şaredara Bazidê Canan Korkmaz ku di derbarê mijarê de agahî dan diyar kir ku, dê giranî bidin filmên jinan û wiha axivî: "Îsal çalakiya me ji ber hin kêmasiyên teknîkî, hefteyekî hat taloqkirin. Ez taybet bang li jinan dikim ku îsal tevlî çalakiya me bibin."

Bernameya çalakiyê ya hatiye aşkerakirin wiha ye:

" Di 24 Gulanê roja înê, piştî bernameya vekirinê, seet di 18.00'an de dê li Salona Sînemayê ya Mîgrosê filma derhênêr Er Wans Briand ya bi navê "Jinên Araratê" (The Women of Mount Ararat) bê nîşandan.

* 25 Gulanê roja şemiyê seet di 15.00'an de filma derhênêr Nadîne Labakî ya bi navê "Başe niha biçin ku?" (Peki Şimdi Nereye? û seet di 18.00'an de jî filma derhênêr Mizgîn Mujde Arslan ya bi navê,"Ez firiyam tu mayî" (Ben Uçtum Sen Kaldın) dê bê nîşandan.

* 26 Gulanê roja yekşemê seet di 15.00'an de bi tevlîbûna derhênêr Can Orhan, seet di 18.00'an de jî bi tevlîbûna derhênêr Erdem Tepegoz dê gotûbêjek bê lidarxistin."