3. Festîvala Gola Wanê bi coş dewam dike

3. Festîvala Gola Wanê bi coş dewam dike

Di çarçoveya 3. Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de li kolana Cûmhûriyetê Standên Danasîna Çanda Herêmê hatin vekirin. Stand li pêwendiyeke mezin a gel rast hat.

3. Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ku êvara Duşemê bi resepsiyona li Qeleha Wanê destpê kir, bi vekirina Standên Danasîna Çanda Herêmê ya li Kolana Cûmhûriyetê dewam kir. 20 standên ji aliyê Rêxistinên Rêxistinên Civakî yên Sivîl ve hatin vekirin, li pêwendiyeke mezin rast hatin.

Piştî vekirina standinan, dê 3. Festîvala Çand, Huner û Xwezayê bi pêşendana wêneyan, panêl, şahiya zarokan şano û meşa festîvalê ya danê êvarê dewam bike. Di festîvalê de dê Alî Baran, Helîm Omerî, Pinar Adinlar û Comert derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.