19 kesên qursa Kurdî qedandin sertîfîka stendin
19 kesên qursa Kurdî qedandin sertîfîka stendin
19 kesên qursa Kurdî qedandin sertîfîka stendin
19 kesên qursa Kurdî ya Mala Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger a Şaredariya Baglarê qedandin, sertîfîkayên xwe stendin.
Qursiyeran bi şahiyekê sertîfîkayên xwe wergirtin. Di şahiyê de Rêveberên Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger, mamostayên Kurdî-Der û xwendekarên qursê amade bûn.
Şahî bi bîranîna mamostayê Kurd Ferzad Kemanger ê ku tevahiya jiyana xwe ji bo tekoşîna nasname û zimanê Kurdî daye û ji ber vê yekê ji aliyê rejîma Îranê ve hatî darvekirin, bi deqek rêzgirtina destpê kir.
Piştre ji mamosteyên Kurdî-Der’ê Ahmet Yalçinkaya axivî û diyar kir ku armanca wan dewlemendkirina zimanê Kurdî ye û got, "Ez bawerim ku hûnê di jiyana xwe a pêşerojê de xwedî li zimanê Kurdî derkevin û çanda Kurdî biparêzin.”
Piştî axaftinan sertîfîkayên 19 xwendevanên qurs qedandine, hatin dayîn.