17. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê ji bo Rojava ye

17. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê ji bo Rojava ye

Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê ku her sal bi awayekî kevneşop tê lidarxistin, îsal bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Rojava pêk tê.

Di festîvalê de, ku îsal a 17. tê lidarxistin hunermend Hesen Şerîf, Hemê Hecî, Nûarîn, Bengî Agirî, Evîn û Gursel derdikevin ser dikê. Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî dê weke axaftvan beşdar bibe.

Hevseroka Konseya Kurd a li Swêdê Eda Duzgun da xuyakirin ku di pêvajoyeke gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyên El Qaîdeyê li ber xwe dide de, divê Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bidin gelê Rojava. Duzgur diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê dê bandorê li tevahiya çarenûsa Kurdistan, gelê Kurd û pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bike. Duzgun bang li Kurd û dostên wan ên li Skandînavyayê kir ku beşdarî festîvalê bibin.

Festîval dê di 14'ê Îlonê roja Şemiyê saet di 17:00 de li Solnahallen a paytexta Swêd Stockholmê pêk were.