15’ê Sibatê li bajarê Soçî hate şermezarkirin
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Soçî yê Rûsyayê hate şermezarkirin.

Li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi civînekê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin. Di civînê de ji endamê rêveberiya KCK’ê Ferman Garzan amade bû. Garzan bal kişand ser armanca komployê û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Garzan bibîr xist ku 16 sal bi ser Komploya Navneteweyî re derbas bûn û hêzên komploger dixwazin li hemberî têkoşîna azadiya gelê Kurd hewldanên xwe yên komploger bidomînin. Garzan da zanîn ku komplo vala hatiye derxistin û wê gelê Kurd ji îro û pê ve bi ti awayî destûrê nede komployên bi vî rengî.
Beşdarên civînê jî axivîn û Komploya Navneteweyî bi tundî şermezar kirin. Beşdaran peyam dan ku ew ê têkoşîna xwe xurttir bikin. Civîn bi dirûşman bi dawî bû.