1’emîn Festîvala Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

1’emîn Festîvala Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

Bi boneya Çarşema Serê Nîsanê ku di baweriya Êzidîtiyê de xwedî ciheke taybet e, yekem car mihrîcan tê lidarxistin. 1’emîn Festîvala Çarşema Serê Nîsanê bi beşdariya 5 hezar kesî li bajarê Hannover a Almanyayê dest pêkir. Mihrîcan bi xwendina qewlên ji aliyê qewlbêjan ve hate xwendin dest pê kir.

Kurdên Êzidî yên ku ji ber zextên li Kurdistanê neçar man koçberê Ewropayê bibin, cara yekemîn li bajarê Hannoverê mihrîcana bi navê “Festîvala Çarşema Serê Nîsanê li dar xistin. Mihrîcan ji aliyê Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) ve tê organîzekirin û zêdetrê 5 hezar kes beşdar bûn.

EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERBIKEVIN

Di mirhîcana bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir, de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên Binefş Agal (Bêrîvan) û kesên di têkoşîna azadiyê dejiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin.

Di mihrîcanê de bi taybet jinan kincên gelêrî li xwe kirin û li ser navê Komîteya Amadekar Loqman Bariş axivî û bal kişand ser girîngiya Çarşema Serê Nîsanê. Bariş bang li Kurdên Êzidî kir ku ji her demê zêdetir xwedî li têkoşîna azadiyê derbikevin.

Piştre ji aliyê qewlbêjên êzidî û zarokan ve qewl hatin xwendin. Di qewland e bal kişandin ser yekitiya Kurdan û Êzidiyan. Banga yekitiyê hate kirin.

Mihrîcan bi awayeke zindî di kanala televîzyonê ya Kurdên Êzidî Çira Tv de tê weşandin.