Ziyana Harveyê dibe ku bigihêje 40 mîlyar dolarî
Bahoza Harveyê, ku li peravên başûrê rojhilat ê DYA xist û bi pêş ve diçe, tê texmînkirin ku rê li ber ziyaneke ji dehan mîlyar dolarî vekiriye.
Bahoza Harveyê, ku li peravên başûrê rojhilat ê DYA xist û bi pêş ve diçe, tê texmînkirin ku rê li ber ziyaneke ji dehan mîlyar dolarî vekiriye.
Ji ber barana bi bahoza Harveyê bariya, li eyaleta Teksasê herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara mirovên winda ne, hê nehatiye zelalkirin.
Ji ber ku barana zêde tehdeyê li bendaveke li başûrê bajarê Hoûstonê dike, bang li 350 hezar kesên li Brazorîayê hate kirin, ku malên xwe biterikînin.
Leza bahozê qels e, lewma ewrên baranê demeke dirêj li ser eyaletê dimînin. Ziyana ku bahoza dijwar û barana zêde rê li ber vekiriye, gelekî zêde ye.
Li gorî texmînan, bahozê bi qasî 30 heta 42 mîlyar dolarî ziyan gihandiye eyaleta Loûîsîanayê. Têg otin, ev maliyet, ji ber barana hê dibare, dikare zêde bibe. Di dîroka DYA de bû yek ji karesatên xwezayî yên maliyeta xwe giran.
Bahoza Ike'yê ku sala 2008'an li Teksas, Antîlan û Karabîkan xistibû, rê li ber ziyaneke ji 43 mîlyar dolarî vekiribû. Karesaeta bahozê ya herî giran a dîroka DYA, sala 2005'an rû da bû. Bahoza bi navê Katrîna, bûbû sedema ziyaneke ji 118 mîlyar dolarî.