Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Zextên ku Ewropa li penaberên Ukraynayê dikin

Ji ber şerê li Ukraynayê bi milyonan kes bûn penaber û civaka Romayê ya Ukraynî li ser sînoran rastî miameleyên xerab tên.

Piştî ku artêşa Rûsyayê êrişî Ukraynayê kir li gorî daneyên ku saziyên mafên mirovan dane, heta 9’ê Adarê herî kêm 2 milyon Ukraynî ji Ukraynayê derketine. Tê diyarkirin di nav van penaberan de li ser civaka Romayê zextên giran tê kirin.

Li gorî daxuyaniya Zeljko Jovanovîç a ji Weqfa Civaka Vekirî li ser sînorê Slovakya, Romanya û Macaristanê li ser endamên civaka Romayê zextên giran tê kirin.

Koma Romayê di parzemîna Ewropayê de dibe koma ku herî zêde zext li wan tê kirin. Li gorî saziyên alîkariyê penaberên ji Ukraynayê bi hêsanî ji sînoran derbas dibin lê Romayî bi rojan di wê hewaya sar de tên sekinandin. Tê diyarkirin piştî derbaskirina sînoran jî alîkariyên wekî agahdarkirin, bicihbûn û rê pêşkêşî Romayiyan nayê kirin kêm rêxistinên alîkariyê ji bo Romayiyan dixebitin.