Zehmete ku pêşnûmeya Misrê ya li ser Qudsê li KENY bê qebûlkirin!

Krîza li ser Qudsê ku piştî biryara Serokê DYA Donald Trûmp a ji bo naskirina Qudsê weke paytexta Îsraîlê rû da, dewam dike. Tê payin ku pêşnûmeya Misrê ya li ser mijarê li KENY neyê qebûlkirin.

Yek ji endamên demî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Misr, pêşnûmeyek peşkêşî KENY kir û jê xwest, ku biryarên li ser statuya Qudsê bên guhertin û qanûniya biryarên bi vî rengî neyê qebûlkirin.

Dengdana li ser vê pêşnûmeyê wê di hefteya bê de were kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên KENY hatin wergirtin, tê payin ku ev pêşnûme neyê qebûlkirin. Çav li rê ye ku DYA y ali KENY xwedî mafê vetoyê ye, pêşî li pêşnûmeyê bigire. DYA tevî Rûsya, Çîn, Fransa û Rûsyayê yek ji pênc welatên xwedî mafê vetoyê ye. DYA wê pêşnûmeyeke ku biryara Trûmp a li ser Qudsê tine dihesibîne, teqez red bike.

Serokê DYA Donald Trûmp di çarçoveya sozên xwe yên dema hilbijartinê de biryarnameyek weşand û Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir. Her wiha ferman da ku Sefaretxaneya Bilind a DYA ji Tel Avîvê bibe Qudsê.

Tevî Neteweyên Yekbûyî gelek welat li ber vê biryarê rabûn û hişyarî dan ku ev yek wê çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê bixitimîne. Hamasê jî piştî biryarê ragihand ku wê 'Întîfada Sêyemîn' bê destpêkirin.