Zêdeyî 600 hezar kes li Yemenê bi nexweşiya kolera ketine

Li Yemenê ku şerê navxweyî lê diqewime, tê gotin ku herî kêm 600 hezar kes bi nexweşiya kolera ketine.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li Yemenê ku ji dawiya sala 2014'an û vir ve şerê navxweyî lê dewam dike, şewba kolerayê gihîştiye asteke tirsnake.

WHO'yê ragihand, ji ber şewbê ji meha Nîsanê û vir ve herî kêm 612 hezar û 703 kes bi nexweşiya kolera ketine. Ev hejmar, li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê hate eşkerekirin.

Hat destnîşankirin, ku şewba li Yemenê, di nava şewbên heman rengî de yên heta roja îro hatine qeydkirin, şewba herî mezin e. Tê gotin, bi mîlyonan mirov ji ava vexwarinê, kanalîzasyon û nexweşxaneyan bêpar in.

Tê texmînkirin, heta niha herî kêm 2 hezar kesî ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dane. Ji ber şerê navxweyî, gelek kes nikarin bên dermankirin.

Hat ragihandin, eger şewb dewam bike xetere heye ku mîlyonek mirov pê bikeve.

Şerê navbera milîsên Hûsî yên Şîa û yekîneyên ser bi Serokdewlet Mansûr Hadî, sala 2014'an dest pê kir û di destpêka sala 2015'an de paytext Sana kete kontrola Hûsiyan. Hikumeta ku Erebîstana Siûdî û welatên din ên Ereb piştgiriya wê dikin, ji hingî ve li sirgûnê ye.