Zêdeyî 10 milyon kesî li ser înternetê serdana Loûvre kirin

Yek ji muzeyên navdar ên cîhanê Loûvre ji ber şewba vîrûsa koronayê 3 meh in girtî ye. Lê bi rêya înternetê bi milyonan kesî serdana Loûvreyê kirin.

Mîna li gelek welatên rojavayê Ewropayê, Fransa jî kete nava lepên vîrûsa koronayê. Muzeya Loûvre ya li Parîsê ku li qada navneteweyî navdar e, ji ber vîrûsê neçar ma deriyên xwe li serdana mirovan bigire. Lê belê ji meha Adarê û vir ve li ser înternetê derfetê serdanê dide mirovan.

Ne tenê ji Fransayê ji tevahiya cîhanê mirovan li ser înternetê serdana muzeyê kirin. Rayedarên muzeyê ji ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP) re ragihandin ku di navbera 12'ê Adarê û 22'ê Gulanê de bi giştî 10.5 milyon kesî li ser înternetê serdana muzeyê kirine û xwestine berhemên li muzeyê bibînin.

Rayedaran gotin, ji ber şewbê wan xizmeta xwe ya li ser înternetê mezintir kirine û destnîşan kirin ku 90 ji sedî yê mirovên serdana muzeyê kirine ji derveyî Fransayê ne. Bi rêjeya 17 ji sedî şêniyên DYE li tevahiya cîhanê herî zêde serdana muzeyê kirine.

Hate ragihandin ku berhemên muzeyê yên herî zêde balê dikişînin jî wêneyê Mona Lîsa ye.

Muzeya Loûvreyê sala 1793'an li Qesra Loûvre ya Parîsê hate avakirin. Li qada ji 72 hezar metreçargoşeyî bi giştî 35 hezar berhem tên nîşandan.