‘Zarokên penaberan zû werin perwerdekirin ji bo serketinê girîng e’

Pisporên Elman balê dikşînin ser giringiya perwerdehiya zimên a zarokên penaberan.

Li Elmanya ku di van 3 salên dawî de nêzî 1,5 milyon penaberî xwe lê girtiye tê gotin ji bo bi sedan zarokên ku penaber serketî bibin balê dikişînin ser wê ku perwerdehiya zimanê Elmanî bi derengî neyê xistin.

Endamê Konseya Elman a Koçkirin û Entegrasyonê (SVR) Prof. Dr. Wîlfrîed Bos diyar dike ji bo zarokên penaberan ên ku hatin Elmanya bikaribin di perwerdehiyê de serketî bibin divê perwerdehiya ziman zû were dayin.

ŞERT E KU BI RENGEKÎ BILEZ TEVLÎ PERWERDÊ WERIN KIRIN

Bos diyar kir li ser polîtîkayên perwerdehî û entegrasyonê ku van salên dawî tê şopandin perwerdehiya zarokên wê nikaribe were diyarkirin û got zarok çi qas zû bikaribin derbasî polan bibin wê bêtir sûdewar bin.

Bos diyar kir zarok çi qasî mezin dibin leza hînbûna wan a zimanan kêmtir dibe.