Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Zaroka 4 salî Cleo ya li Awûstralyayê winda bû, piştî 18 rojan hate dîtin

Zaroka 4 salî Cleo ku li herêmeke dûr a li Awûstralyayê 18 rojan winda bû, li maleke kilîtkirî hate dîtin ku rewşa wê ya tenduristiyê baş e.

Cleo Smith li nêzî bajarokê Carnarvonê ji konê ku malbata wê li cihê kampê veda di 16'ê Cotmehê de winda bûbû.

Piştî ku zarok winda bû nêzî 100 polîsî ji hewa, derya û bejahî ve dest bi karekî berfireh ê lêgerînê kirin.

Polîs şev saet di 01:00 de bi zorê kete hundirê maleke girtî ya li Carnarvonê ku zarok beriya 18 rojan lê hatibû dîtin.

Têkildarî bûyerê mêrekî 36 salî hate destgîrkirin û ji aliyê dedektîfan ve hate lêpirsîn.

Komîserê Polîsan ê Rojavayê Awûstralyayê Chris Dawson diyar kir ku kesê hatiye destgîrkirin 36 salî ye û ti pêwendiya xwe bi malbatê re nîne.

Dîtina Cleo ya windabûyî li tevahiya Awûstralyayê bû sedema rûdana piştevaniyeke xurt.