Zarîf: Ewropayî ne bi wê rewşê ne ku rexneyan li Îranê bînin

Wezîrê Karê Derve yê Îranî Mihemed Cewad Zarif, li ser daxuyaniya Hevtayê xwe yê Elman Heîko Maas ku beriya serdana Îranê dayî, got, welatên Yekîtiya Ewropayê ne bi rewşê ne ku rexneyan li Îranê bînin.

Zarîf, ji nûçegihanan re axivî û got, peymana nukleerî jî di nêv de, li ser ti babetê Ewropayî ne bi rewşeke wiha ne ku rexneyan li Îranê bînin.

Zarîf got, ''Polîtîkayên Ewropayê yên li ser herêma me, polîtîkayên Rojava yên li ser herêma me, ji ziyanê wêdetir ti tiştek bi xwe re neanîne.''

Wezîr bi berdewamî got, ''Hin welatên mîna Elmanya çekên ku ji bo gelê Yemenê bombe dikin, bi kar dianî, nema difiroşe Siûdî, lê bi rengekî dî didome'' û bêyî ku bi nav bike, tiliya xwe bi Fransa û Keyatiya Yekbûyî ve kir.

Zarîf got, ''Bi giştî, Rojava destûr da ku li herêmê rejîmên otokratîk sûc bikin'' û got, peywira Ewropiyan ew e ku ji bo ku têkiliyên wan ên aborî yên bi Îranê re baş bibin, kêferatê bikin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron nav heftiyê pêşniyar kiribû, ji bo ku peymana nukleerî ya li gel Îranê berfirehtir bibe danûstandinên nû werin kirin. Macron xwest ku bernameya moşekî ya balistîk û têkiliyên cîrantiyê yên Îranê ku Rojavayî bi ''hilweşîneriyê' bi nav dikin, tevlî nav gotebêjiyan were kirin lê belê Tehranê ev pêşniyara Macron qebûl nekir.

Li DYE'yê rêveberiya Donald Trûmp Gulana bihurî yek alî xwe ji peymana nukleerî ya li gel Îranê dabû alî û dîsa hatibû ser wê polîtîkaya ku ser Îranê bijdînin. DYE nîrê ser Îranê pir jidand û zorê li welatên din dike, yên ku îmzeya wan li ser peymanê heye, ku ji peymanê xwe bidin alî.