Zarîf: Êrîşeke pêkan wê şerê giştî bide destpêkirin!

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf got êrîşeke pêkan a li ser Îranê ya ji hêla Siûd an jî Emerîkayê ve wê 'şerê giştî' bide destpêkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê ji CNN'ê re axivî û got, ''Ez ê daxuyaniyeke pir cidî  bidim we: Em şer naxwazin, em naxwazin bikevin nav şerekî çekdarî, lê ji bo berevaniya li xaka xwe em ê nelerizin.''

Zarîf li ser pirsa heke Siûd an jî Emerîka êrîşekê bînin ser Îranê wê encamên çawa bîne, got, ''şerê giştî''.

Wezareta Berevaniyê ya Siûd piştî êrîşên ku hilberandina petrolê ya li welatê wan şeht kirî, bermahiyên dron û moşekan da naskirin. Wezaretê got bi rengekî ku 'nikare were înkakirin' bermahî nîşan didin ku êrîş ji hêla Îrane ve bûye.

Heman rojê Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê serdana Siûdî kir û têkilî êrîşa li ser tesîsên petorlan ên bi amûrên hewayî got, ''çalakiya şer e''.

Serokê DYE'yê Donald Trûm jî got şerekî bi Îranê vebijêrka herî dawî e lê hin vebijêrkên din jî hene.