Zanyaran ji Trûmp xwest bi Îranê re li hev bike
Donald Trûmp, ku di 8'ê Mijdarê de ji bo Serokatiya DYA hate hilbijartin, soz da bû ku Peymana Nukleerî ya bi Îranê re betal bike. Bi dehan zanyar li dijî vê soza Trûmp hişyarî dan.
Donald Trûmp, ku di 8'ê Mijdarê de ji bo Serokatiya DYA hate hilbijartin, soz da bû ku Peymana Nukleerî ya bi Îranê re betal bike. Bi dehan zanyar li dijî vê soza Trûmp hişyarî dan.
Gelek Xwediyên Xelata Nobelê, şêwirmendên zanistî yên berê yên Qesra Spî û pisporên çekên nukleerî jî di nav de, nameyek bi îmzeya 37 zanyaran ji Donald Trûmp re hate nivîsandin û jê hat xwestin, Peymana Nukleerî ya bi Îranê re di sala 2015'an de hatiye mohrkirin, bidomîne.
Zanyaran bal kişandin ser girîngiya peymana nabera Iraqnê û rêveberiya Barack Obama û welatên rojavayî. Zanyaran destnîşan kirin, ku ev peyman li dijî hewldanên Îranê yên 'çêkirina bombeya atomê' serketineke mezin e.
Zanyaran ji Donald Trûmp xwest, soza xwe ya beriya hilbijartinê ji bo betalkirina peymana bi Îranê re daye, bi cih nîne û destnîşan kirin, ku ji dema mohrkirina peymanê û vir ve 'bûyerên erênî' diqewimin. Zanyaran îdîa kirin ku bi saya peymanê, rîska hilberîna çeka atomê ya Îranê kêm bûye.
Di nameyê de hat ragihandin, pêşîgirtina li hilberîna çeka atomê ya Îranê wê bandoreke erênî li hewldanên bi heman rengî yên li welatên cîran bike.
Li gorî peymana di sala 2015'an de bi Îranê re hate kirin, wê ji sedî 95 ê çavkaniyên ûranyûma dewlemendkirî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bên îmhakirin. Di berdêla vê yekê de jî danekirinên aboriyê yên li ser Îranê qonax bi qonax tên rakirin. Her wiha blokaja li ser 100 mîlyar dolarên vî welatî yên li derveyî welat, hatibû rakirin.