Zanîngeha Aachenê ji bo panzêra Erdogan aqil da!

Diyar bû ku hûtê çekan ê Elman Rheînmetall ji bo fabrîkaya panzêrê ya ku bi hevkarên xwe yên Tirk re dixwaze ava bike, tevlî nav pêşxebatên zanîngeha Aachenê bûye.

Li gel pêkirinên ku rêveberiya Merkel li ser Tirkiyê diyar kirin jî dostaniya bazirganên çekan ên Elman ên bi rejîma Erdogan re didome.

Heta niha di navbera yek ji mezintirîn fîrmeya parastinê ya Elman Rheînmetallê û Saziya Mekîne û Endûstriya Kîmyayê ya Tirkiyê (MKEK) de li ser hilberandina cebilxane û modernîzasyonê gelek peyman hatine danîn. Di projeyê de mijarên nûjenkirina tangên Leopard û hilberandina balafirên şer ên Tirk ên li Tirkiyê derdikevin pêş.

Li gel ku hikumeta bi pêşengiya Merkel pêkirinên rawestandina projeyên çekan ên bi Enqerê re û pêkirinên li ser desthilatdariya Erdogan ragihandiye jî karê Rheînmetallê, ku yek mezintirîn fîrmaya Elman e, bi Tirkiyê re didome.

Li gorî yek ji kovara nûçeyan a navdar a Elman a bi navê Sternê ji bo panzêra bi navê ‘Altay’ ku Rheînmetall ê bi hevkarên xwe yên Tirk re hilberîne, yek ji navenda zanistê ya navdar Aachenê xwe kar dike.

Tê gotin xebatên bin avaniya fabrîkaya panzêrê ya ku wê li derdora Karasû ya rojhilatê Stenbolê were danîn, şandeyeke ku Zanîngeha Teknîkê ya Aachenê (RWTH) şandiye, amade dike. Fabrîkeya ku w êli ser 222 hektarî were danîn, heke sazkar bibe ji bo rejîma Erdogan salê 1150 panzêrî wê hilberîne.

PÊŞÎ TEVLÎ XEBATÊ BIBE Û PIŞTRE BIBÊJE ‘ŞAŞ’ E!

Berdevkê RWTH’ê ku ij kovara Sternê re axivî, li ser xebatên fabrîkayê got, ‘şaş’ e. Berdevk diyar dike ku wan xebatên xwe bi dawî kirine, Rheînmetallê ji bo hevkarên xwe yên Tirk soza ‘dana mifteyê’ dane û ji bo plansaziya vê jî kar aye fîrmayên Elman Obermeyer û Edagê.

Rheînmetall li dijî krîz û rageşiyên di navbera Berlîn û Tirkiyê beriya bi salan planek danî. Şefê Rheînmetallê Armîn Pappgerger konetî kir û ji bo tangên ku wê bide artêşa Tirk hê 2015’an biryar a ku hilberînê û ji bo vê çû qesra Erdogan.

Wêneyên Erdogan ên li qesra Yildiz a Stenbolê, yên bi menajerên şîrketa Rheînmetallê re heftiya çûyî hatin weşandin. Piştî şîva bi Erdogan re, Kanûna 2015’an careke dî rûniştin û biryar dan ku bi bihahê 7 milyar Euro tang werin hilberandin.

ŞEFÊ RHEÎNMETALÊ TIM BI GABRÎEL RE RÛDINE!

Armanca projeyên Misteşariya Sanayiya Berevaniyê Tirk (SSM) ya bi fîrmayên Elman re ew e ku artêşa Tirk bêyî ku girêdayî derve bimîne cebilxaneya xwe hilberîne. Şefê Rheînmetallê Armîn Papperger beriya niha gotibû ew bêyî ku bikevine nîqaşên polîtîk ên demkurt, planên domdirêj dikin.

Ê ku seraqet bi Papperger re hev dibîne Wezîrê Karê Derve yê Elan Sîgmar Gabrîel e ku van deman tim bi Erdogan re ketine qirika hev. Li gel ku hikûmeta Merkel Tîrmeha bihurî ragihand ku ew ê li dijî desthilatdariya AKP’ê pêkirinan bikin jî, ji kabîneyê ti wezîr li dijî hilberandina panzêran a li Tirkiyê tiştek negot.