Yewnanistan: Tirkiye ewlekariya herêmî tehdîd dike

Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîsakos Mîçotakîs nerazîbûn nîşanda ku Tirkiye aramniya Behra spî tehdîd dike.

Serokwezîrê Yewnanistanê Mîçotakîs, ji bo serdana du rojan a çûbû Qibrisê, li gel Îsraîlê li ser qada tûrîzim, çandinî û tenkolojiyayê peyman îmze kir.

Îsraîl, Yewnanistan û Qibris di serî de dixwazin bi projeya xeta boriya gaza xwezayî ya Eastmedê ya ji bo peydakirina enerjiya ji bo Ewropayê rolekî kilîd bilîzin. Her sê welat diyar kirin ku bi biryarin hemberî Tirkiye ya çav daye enerjiya herêmê bisekinin.

Mîçotakîs di serdana xwe de daxuyaniyek da û got: “Em di lêgerîna bikaranîna gaza xwezayî ya li Behra Spî de ne” bi vê nerazîbûn nîşanî ‘helwesta êrîşkar’ a Tirkiyeyê da.

Mîçotakîs diyar kir ku di serî de xebatên Tirkiye ya li herêmê, mîna tevlîbûna bûyerên Lîbyayê ‘li hember aştî û aramniya herêmê tehdîdê çêdike’ dibînin.