Yewnanîstan di greva giştî de ye

Li dijî polîtîkayên teserûfê yên ku welatên deyn dane Yewnanîstanê ferz dikin, li vî welatî greva giştî tê kirin.

Li ser banga sektora taybet û sendîkayên cemaweriyê, biryara greva ji bo 24 saetan hate girtin. Grev bi taybetî bandorê li ragihandinê dike. Çûn û hatina keştiyan ji bo giravan sekinî. Deryavanan biryar girtin ku 48 saetan grevê bikin.

Hemû wesayîtên ragihandina giştî yên mîna metro, otobus, tramvay ên li Atînayê jî tevahiya rojê wê di grevê de bin.

Her wiha, gelek seferên balafirên li qada neteweyî û navneteweyî, ji ber greva xebatkarên rêyên hewayî, betal bûn.

Dibistan hatin girtin, nexweşxane bi hejmareke kêm a personelan dixebitin.

Li ser banga sendîkaya cemaweriyê Adedy û sendîkaya sektora taybet GSEE, karker li navenda Atînayê li hev dicivin.

Endamê sendîkaya Pame ya nêzî komunîstan Alekos Perrakîs li vê derê ji hikumetê, Yekîtiya Ewropa û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re got, "Em ê nehêlin ku hûn jiyana me parçe bikin."

Sendîka, nerazîbûnê nîşanî polîtîkayên nû yên teserûfê didin, ku IMF û Yekîtiya Ewropa li ser welatê wan ferz dikin.

Li gorî vê teserûfê, tê xwestin, ku mehaneyên teqawîtan bên kêmkirin û bacên nû bên standin.

Hikumet dixwaze, van tedbîrên nû yên li ser teserûfê, roja Înê li parlamentê bide qebûlkirin.