Yekparebûna axa Sûriyeyê ji bo Rûsyayê êdî mijara nîqaşê ye

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Riabkov got, ji ber bûyerên diqewimin em nizanin bê yekparebûna axa Sûriyeyê dikare were parastin an na.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Riabkov li ser mijara yekparebûna axa Sûriyeyê daxuyaniyeke balkêş da. Rûsyayê heta niha bi zimanekî zelal qala yekparebûna axa Sûriyeyê dikir. Lê belê Riabkov diyar kir ku ev mijar ji bo Rûsyayê êdî mijareke nîqaşê ye.

Li gorî nûçeya ajansa Interfaxê, Riabkov ji radyoya Deutsche Welle re axivî û got, "Ji ber bûyerên diqewimin ew nizanin bê Sûriye weke welatekî yekpare bimîne yan na."

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di daxuyaniya xwe ya 27'ê Mijdara 2017'an de wiha gotibû: "Em yekparebûna axa Sûriyeyê weke pêwîstiyeke mutleq dibînin. Niha kes nabêje ku wê vê pîvanê binpê bike û hêvîdar im wê kesek berevajî vê nebêje."

Balkêş e piştî ku dewleta Tirk bi desteka Rûsyayê Efrîn dagir kir, rejîma Şamê Xota kontrol kir û DYA-Fransa-Îngilîstanê roja 14'ê Nîsanê li hin hedefên li Sûriyeyê xist, Riabkov axaftineke wiha kir.