Yekîtiya Ewropayê dema pêkanînên li ser Rûsyayê dîsa dirêj kir

Yekîtiya Ewropayê biryar da ku dema pêkanînên li ser Rûsyayê, ku ji ber rola xwe ya di şerê navxweyî yê li Ûkraynayê li ser hate ferzkirin, 6 mehên din bê dirêjkirin.

Piştî civîna bilind a serokên hikumet û dewletên Yekbûya Ewropayê, Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tûsk daxuyanî da û diyar kir ku dema pêkanînên aboriyê yên li ser Rûsyayê hatiye dirêjkirin.

Bi vê biryarê re, pêkanînên li ser Rûsyayê ku dihate payin 31'ê Çileya 2018'an biqede, heta Tîrmeha 2018'an hate dirêjkirin.

Ji bo hinceta ji biryara Konseya Ewropayê jî hat gotin; di pêvajoya aştiyê ya Ûkraynayê de ti pêşketin nîne û xalên di Plana Aştiyê ya Mînskê de hatine qebûlkirin bi cih nehatine anîn.

Dihate îdîakirin ku di şerê navxweyî yê Ûkraynayê de ku sala 2014'an dest pê kir, hêzên milîs ên ku herêmên rojhilat ên ku piraniya şêniyên wê Rûs in kontrol kirin, ji aliyê Rûsyayê ve hatine desteserkirin. Ji ber vê yekê, piştî ku sala 2014'an balafireke Rêyên Hewayî ya Malezyayê hate xistin, Yekîtiya Ewropayê biryara pêkanînên aboriyê dabû.

Tê texmînkirin ku pêkanînên 3,5 salên dawî bi sedan milyar euro zerar daye her du aliyan.