Yekîtiya Ewropa wê li dijî çopên plastîk tedbîrên tund bigire

Yekîtiya Ewropa amadekariyan dike ku ji bo kêmkirina çopên plastîk tedbîrên tund bigire.

Di pêşniyara Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de tê xwest ku ji bo têkoşîna li dijî çopên plastîk hin tedbîrên tund bên girtin.

Komîsyon pêşniyar kir, ku serê he kîloyeke ji çopa nabe ji nû ve bê bikaranîn, welatên endam 80 centî ceza bide Brukselê.

Pêşniyareke din a komîsyonê jî ew e ku ji bo kêmkirina çopên plastîk hilberîna sênîk, çetel û kevçiyên ji madeyên plastîk bên qedexekirin. Îdîaya li ser vê pêşniyarê ji aliyê rojnameya Wirtschaftswoche ya Elmanyayê ve hate kirin.

Tê payin ku pêşnûme roja 23'ê gulanê bê pêşkêşkirin û bi vê yekê re hilberîna plastîkên dikarin ji nû ve bên bikaranîn, were zêdekirin.

Li welatên Yekîtiya Ewropayê her sal 26 milyon ton çopa plastîk derdikeve û tenê 30 ji sedî yê wê dikarin ji nû ve bên bikaranîn.

Herî dawî sala 2016'an hatibû qedexekirin ku li firoşgeh û dikanan kîsikên plastîk neyên firotin. Destûr tê dayin ku tenê kîsikên biyolojîk bên bikaranîn.