Yekîtiya Ewropa pêşî li endametiya welatên Balkanan vedike

Ji bo 6 welatên Balkanan ên namzetên endametiya Yekîtiya Ewroayê ne, hîn demeke nehatiye diyarikrin. Bang hate kirin ku divê yekîtî bi rengekî lezgîn bi van welatan xwe berfireh bike.

Hejmara endamên Yekîtiya Ewropayê ku niha 28 e, piştî ku Brîtanya Mezin sala bê ji nava yekîtiyê derkeve, wê dakeve 27'an. Tirkiye bi dehan salan namzetê endametiyê ye. Lê belê perspektîfa endametiya Tirkiyeyê bi hikumeta AKP'ê re salên dawî bi polîtîkayên dîktatorî hat ber tinebûnê.

Welatên li rojavayê Balkanan Sirbîstan, Makedonya, Arnavûtlûk, Bosna-Hersek, Karadag û Kovoa li gorî Tirkiyeyê şensê wan zêdetir e. Hîn nayê zanîn ku danûstandinên bi van welatan re kengî biqede. Meha derbasbûyî li ser vê mijarê daxuyanî hatibû dayin, lê belê demek nehatibû diyarkirin.

Lê belê, tê gotin ku pêvajoya ahengiya rojavayê Balkanan bi yekîtiya Ewropayê re divê were xurtkirin. Roja Pêncşemê wê bi beşdariya serokên dewlet û hikumetên yekîtiyê civîneke bilind bê lidarxistin. Beriya civîna bilind ji Macarîstanê daxuyanî hate dayin û hate destnîşankirin ku divê pêvajoya endametiyê ya welatên li rojavayê Balkanan bên zêdekirin.

Wezîrê Karên Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto îdîa kir ku Sirbîstan û Karadag ên ku di pêvajoya endametiyê de bi pêş ve çûne, beriya sala 2025'an nikarin bibin endam. Szijjarto da xuyakirin ku divê Yekîtiya Ewropa bi welatên rojavayê Balkanan re berfireh bibe û got, "Em dixwazin hejmara endamên yekîtiyê bigihînin 28-29-30."