Yekemcar kesek li derveyî Çînê ji ber vîrûsa Korona jiyan xwe ji dest da

Şewba vîrûsa Korona yekemcar li derveyî Çînê li Fîlîpînê rê li ber mirina kesekî vekir.

Rayedarên tenduristiyê yên Fîlîpînê ragihandin ku welatiyekî Çînê yê 44 salî ji ber şewba 2019-nCoV jiyana xwe ji dest daye. Hate ragihandin, kesê jiyana xwe ji dest da ji bajarê Wûhanê bû ku vîrûs lê derkete holê.

Li derveyî Çînê nêzî 130 kes li 20 welatan bi vîrûsê ketine. Cara yekemîn e ku kesek li derveyî Çînê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dide.

Li Çînê jî 45 kesên din ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest da. Li gorî Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê li welêt 304 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.

Li Çînê heta 1'ê Sibatê bi giştî 14 hezar 380 kesên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Li gorî rojek berê 2 hezar 590 kesên din bi vîrûsê ketin.

Wîlayeta Hûbeî ku bajarê Wûhanê jî di nav de ye di karantînayê de ye. Nêzî 50 milyon mirov li herêma karantînayê ne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê roja Pêncşemê ji bo tenduristiya cemaweriyê li qada navneteweyî rewşa awarte ragihandibû.