Yekan e santrala elektirîkê ya Xazeyê hate girtin

Artêşa Îsraîlê, li dijî Şerîda Xazeyê ji nû ve êrîşek hewayî pêk anî. Ji ber aloziyên zêde dibin yekane santrala elektirîkê ya Xazeyê jî hate girtin.

Artêşa Îsraîlê nepoxên şewatek ên ji Xazeyê hatin avêtin kire hincet û êrîşên hewayî pêk anîn.

Di êrîşê de hate diyarkirin ku “Çêkerên bin erdî yên Hemasê” hatine hedef kirin. Artêşa Îsraîlê da diyar kirin, ev êrîş weke li dijî nepoxên şewatek û teqîner ên ji Şerîda Xazeyê ber bi Îsraîlê ve hatî firandin e.

Li gorî çavkaniyên AFP’ê yên ji çavkaniyên ewlekariya Xazeyê girtin, hêzên hewayî yên Îsraîlê li navendên çavdêriyê yên li Refah û Beyt Lahya ya bakur xistine. Nayê zanîn ku kuştî û birindar hene yan na.

Rewşa li herêmê van deh rojên dawî xirab dibe. Nepoxên ji Xazeyê hatîn şandin bû sedema ji aliyê Îsraîlê ve ji sedî zêdetir şewat derbikeve. Li ser van jî avêtina roketan jî heye. Îsraîl jî bi êrîşên hewayî û tund kirina dorpêçê bersiv dide.

Hikûmeta Îsraîlê çûyîna deryayê ya masîgirên Xazeyî qedexe kir û yekane dergehê derbasbûna malî ya di navbera Îsraîlê û Xazeyê de girt û derbasbûna notemeniyê jî asteng kir.

Ji ber nebûna sotemenî jî yekane santrala elektirîkê ya Xazeyê jî rawestiya. Bi girtina santralê re tê hêvîkirin ku elektirîka rojene bi 4 seatan bê sînordar kirin.