Yek ji çar parên nifûsa Îtalyayê di karantînayê de ye

Li Îtalyayê ku piştî Çînê welatê herî zêde ketiye bin bandora vîrûsa Korona, yek ji çar parên nifûsa welêt di karantînayê de ye.

Şewba Covîd-19 ku meha Kanûnê li bajarê Wûhan ê Çînê der bû û li gelemperiya cîhanê belav bû, bi 110 hezar kesî ket. Hejmara qurbaniyan jî 3 hezar 800 derbas kir.

Li çînê 80 hezar û 700 mirov bi vîrûsê ketin. Piştî Çînê vîrûsê herî zêde bandor li Îtalyayê kir. Li Îtalyayê yek ji car parên nifûsa welêt di karantînayê de ye. Ji Mîlanoyê ku paytexta aboriya bakurê welêt e heta yek ji bajarên girîng ên tûrîzmê Venedîkê qadeke berfireh di karantînayê de ye.

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesûs Îtalya silav kir û diyar kir ku "tecrîdên bi wêrekî "û "berdêlên rasteqîn" pêşkêş kiriye. Lİ Îtalyayê 7 hezar û 375 kes bi vîrûsê ketin û herî kêm 366 kes ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku karantîna wê heta 3'ê Nîsanê derbasdar be. Li qada karantînayê ku weke "herêma sor" tê binavkirin zêdeyî 15 milyon mirov wê nikaribin bi hêsanî tevbigerin.

Ji ber tedbîrên karantînayê û belavbûna vîrûsê kolan û garên Îtalyayê vala bûn, tûrîzm rawestiya.