YE’yê îmhakirina kincên nehatine firotin qedexe dike

Parlamentoya Ewropayê û welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihandin ku li ser qedexekirina îmhakirina kincên nehatine firotin û xurtkirina eko-sêwiranê yên malên serfkariyê, li hev kirine.

Qanûna nû ya ku di Adara 2022’an de ji hêla Komîsyona Ewropayê ve hat pêşniyarkirin bi armanca ku bandorên derdorê sînordar bike, mal ewletir bibe, dubare werin bikaranîn û vê yekê hêsantir pêk bîne.

Di daxuyaniya roja sêşemê de hat dîyarkirin ku dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê li hev kirin.

Di nav pêşgiriyên nû de, dê îmhakirina pêlav û cilên nehatine firotin qedexe be. Dê ev qedexe, piştî teqezbûna qanûnê du salan derbasdar be.

Karsaziyên xwedî pîvaneke navîn dê di nav şeş salan de bipejirînin, lê karsaziyên piçûk dê jê bêpar bin. Her wiha şîrketên mezin dê mecbûr bimînin ku hecma malên ku xurde dikin rave bikin û ew ê ji bo teşwîqkirina sekinandina vê kiryarê daxuyaniyê bidin.

Di mijara eko-sêwiranê de, Komîsyona Ewropayê bi armanca teşwîqkirina aboriya dorhêlî ji bo hin malên mezaxtiyê dê bi hewcedariyên taybet pênase bikin. Di vê bergehê de, pêşî dê malên “bandor bi hêz“ ên mîna tekstîl, mobîlya, lek, hesin-pola, alûmînyum jî tê de hene.

Her wiha, "pasaporteke dîjîtal" dê di forma kodeke QR-ê de ku agahiyan vedihewîne were destnîşankirin da ku mezêxer û karsaz karibin li ser bandora derdorê agahiyan hîn bibin. Ev pasaport dê şopandina malan, agahiyên derheqê wan, tamîr û veguherandina wan hêsantir bike.

Parlamentera Demokrata Civakî Alessandra Morettî ku raportora vê qanûnê ye, diyar kir ku dema bidawîkirina modela ‘derxe, çêbike, biavêje’ hatiye. Morettî destnîşan kir ku dê malên nû ji bo fêdeya mirovan, parastina xwezayê û rêza li hember gerdûnê were şêwirandin.

Karsazên Ewropayê ji peymanê kêfxweş bûn lê anîn ziman ku ew ji sînordarkirinên îdarî yên nû ditirsin. Berî ku bi awayekî fermî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve were pejirandin, divê ji aliyê parlementerên Parlementoya Ewropayê û welatên endam di rûniştina giştî de were pejirandin.